10:33 22 Hezîran 2018
Teqîna Hesekê

Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku êrişa xwekujî ya bajarê Hesekê ku şevê din pêk hat û di encamê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da ji terefê zarokekî ve pêk hatiye.

Hesekê — Hat ragihandin ku êrişa xwekujî ya bajarê Hesekê ku şevê din pêk hat û di encamê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da ji terefê zarokekî ve pêk hatiye.

Berpirsekî ewlehî yê bajarê Hesekê Road Hesekî derheqê êrişa xwekujî ku ji terefê rêxistina terorîst a DAIŞê ve pêk hat û herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got: "Zarokekî 15 salî di dawetê de bombeya ser xwe teqand, di encama teqînê de heta niha 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 100 kes jî birîndar bûn. Piraniya rewşa birîndaran giran e."

Road Hesekî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî teqîna xwekujî me çûnûhatina nava bajêr xiste bin kontrole û wekî hêzên ewlehî derheqê bûyerê de me lêpirsîn da destpêkirin."

Bi heman mijarî:

Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar
Di teqîna duh ya Hesekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
DAIŞê êrîşeke bombeyî li Hesekê pêk anî: Kuştî û birîndar hene
Li navçeya Qamişlo û Hesekê du bombe teqiyan: 7 kuştî 3 birîndar
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Êrişa xwekujî ya bajarê Hesekê, Road Hesekî, Hesekê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de