22:16 20 Hezîran 2018
Bernameya ByLockê

FETO, êrişa Enqere ya ku DAIŞê pêk anî rojek berê zanibû

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê FETO/PDYê bi navê kod Merve di îfadeya xwe de ragihand ku berî êrişa Enqere ya 10ê Cotmeha 1015an ku ji terefê DAIŞê ve hat kirin li ser bernameya ByLockê hemû rendamên FETO/PDYê hatin hişyarkirin.

Fethullah Gulen
© REUTERS / CHARLES MOSTOLLER
Navenda Nûçeyan — Endamê FETO/PDYê bi navê kod Merve di îfadeya xwe ya Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê de ragihand ku berî êrişa Enqere ya 10ê Cotmeha 1015an ku ji terefê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hat kirin bi rojekê, li ser bernameya ByLockê rêvebirên FETO/PDYê hemû endamên xwe bi peyamekê hişyarkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, Merveya endama FETO/PDYê ku di çarçoveya lêpirsînê de ji terefê Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ve hat binçavkirin, xwest ji qanûna poşmaniyê îstîfade bigire û li xwe mikur hat. Endama FETO/PDYê di îfadeya xwe ya mikurhatinê de got: "Beriya teqîna 10ê Cotmeh a 2015an ya Gara Enqereyê li ser bernameya ByLockê peyamek hat."

SIBÊ ÊRIŞA TERORÎ JEYE DERNEKEVIN KOLANÊ

Merve, di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Beriya teqîna Garê ya Enqereyê li ser ByLockê peyamek hat, di peyamê de dihat gotin ku ‘sibê wê êrişa terorî pêk were. Dernekevin kolanan. Hemû xizm, heval û dostên xwe hişyar bikin.' Min jî li Enqereyê hemû dost, heval û xizmên xwe hişyar kirin. Ez wê rojê qet derneketim derve. Piştî peyamê bi rojekê ez ji televîzyonan fêr bûm ku li Gara Enqereyê êrişeke terorî pêk hatiye."

Bi heman mijarî:

‘FETO Tirkiyeyê kiribû 7 paran'
Serokê şaredariya bajarekî mezin ê AKPeyî ji doza FETO hat binçavkirin
Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
Serokê Ragihandina Gelemperî ya Serokomariyê: "Operasyona FETO li me zîvirî"
Etîketan:
Teqîna Garê ya Enqereyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serdozgeriya komarî ya Îzmîrê, Rêxistina Paralel a Fethullah Gulen (FETO), Enqere, Îzmîr, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de