00:17 19 Hezîran 2018
sererkaniya tirkiye

Sererkaniya Tirkiyeyê: "80 hedefên DAIŞê hatin bombekirin"

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di çarçoveya operasyona Mertalê Firadê de 80 cihên ku bi wesayîtên çardêr hatibûn kifşkirin bi obusên firtina û bi topên pir lüle hatin bombebarankirin.

Navenda Nûçeyan — Di çarçoveya operasyona Mertalê Firadê de 80 cihên ku bi wesayîtên çardêr hatibûn kifşkirin bi obusên firtina û bi topên pir lüle hatin bombebarankirin. Operasyona Hêza Çekdar a Tirkiyeyê ya Mertalê Firadê kete roja 42yemîn.

NAVENDA BAREGEHA DAIŞÊ HAT RÛXANDIN

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê ji terefê hêzên koalîsyonê ve hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê ku li herêma Aktarin, Guzel Mezra, Turkmen Bari hatin îmhakirin û di encama 9 operasyonên hewayî de 12 milîtanên terorîst hatin kuştin. Her wiha 2 avahiyên baregeha navendî yên rêxistina terorîst ku bi wesayîtên çavdêr hatibûn kifşkirin bi êrişa hewayî hatin îmhakirin.

Heta niha di çarçoveya operasyona Mertalê Firadê de 6 hezar û 839 obusên firtina, moşekên pir lûle, hawan û bi tankan hezar û 800 hedefên DAIŞê hatin bombebarankirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Sererkanî: li Geverê 2 leşker hatin kuştin
Sererkaniya Tirkiyeyê: "3 hedefên DAIŞê li Sûriyeyê hatin rûxandin"
Sererkaniya Tirkiyeyê:'Dibe helikopter bi moşekê hatibe xistin'
NAKOKI - Sererkaniya Giştî got hezar û 300, Erdogan jî got 3 hezar DAIŞî hatin kuştin!
Sererkaniya Giştî ya Tirkiye: 22 PKKî hatin kuştin!
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Firadê, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de