16:33 25 Hezîran 2018
bînalî yildirim

Yildirim: "Tirkiye, li gorî cihanê di ekonomiye de duqat mezintir bû"

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiye, di ekonomiyê de li gorî cihanê duqat mezintir bû û em ê di serdema 2017 û 2019an de rêjeyê mezintir bikin.

Navedna Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiye, di ekonomiyê de li gorî cihanê duqat mezintir bû û em ê di serdema 2017 û 2019an de rêjeyê mezintir bikin. Ev hedefa me ku em qet jê venegerin e.

Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya li Koçka Çankayayê de got: "Di serdema 2017 û 2019an de rêjeya mezinbûna ekonomiye zêde bikin. Ev hedefeke ku em jê venegerin e. Tirkiye îsal li gorî rêjeya cihanê di ekonomiyê de duqat zêde bû û her wiha em ê rêjeya enflasyonê jî daxînin maweyeke ku em bikaribin birêvebibin. Hedefa enflasyona sala pêşiya me ji sedî 6.5 e."

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mezinbûna ji sedî 3 an jî 4 qet ne di nava hedefên me de ye. Neyîniyên kûrewî bandorê li me jî dikin. Di sala 2016an de me mezinbûnke li ser ji sedî 3an bi dest xist. Ji sala 2017an em ê dest pê bikin û hetanî 2019an eseh em ê rêjeya ekonomiyê zêde bikin û ev dê ne kêmî ji sedî 5an be.

Serokwezîr di dawiya axaftina xwe de got: "Dahatuyên me yên turîzmê ji sedî 40 kêm bû, lê paşî hinekî bi ser hev ve hat."

 

Bi heman mijarî:

Yildirim: "Yên ku xwestin zextê li Tirkiyeyê bikin, dersa xwe standin"
Yildirim: Kiliçdaroglu ji siyaseta derbarê Lozanê de tiştekî bidest naxe
Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
Yildirim: " Me pêvajoya çareseriyê qedandiye"
Yildirim: Em pêkhatina kurd qebûl nakin
Etîketan:
Rêjeya ekonomiya Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de