08:39 21 Sibat 2018
Zindî
    Penaber

    Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêla koçberiyê ber bi welatê ewropa ve didome, tenê duhî 5 hezar û 600 penaber ji Deryaya Spî ji xeniqandinê hatin rizgarkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên berdest, di operasyonên duhî tenê de zêdeyî 5 hezar 600 penaber hatine rizgarkirin. Yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê dan xuyakirin ku ji penaberên li peravên Lîbyayê bi 39 kelek û botan bi rê ketin, yekî jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran gotin, li van kelek û botan bi qasî 5 hezar 600 penaber hatine rizgarkirin.

    Saziyên alîkariyê yên mîna Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), Save the Chîldren, SOS Medîterrannee (Derya Spî), Proactîva Open Arms û Sea-Eye jî destek dan operasyonên rizgarkirinê.

    Di 3ê Cotmeha 2013an de li nêzî Girava Lampedûsa ya Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bibû û bi sedan penaber li Derya Spî xeniqî bûn. Di vê karesata mezin de 366 cenazeyên penaberan ji nava avê hatibûn derxistin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di nava 3 salên di ser vê bûyera li Lampedûsa re derbas bûn, herî kêm 11 hezar 400 penaberên din li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê
    Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
    Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
    Fransayê îsal 1346 penaber ji Calaisê dersînor kirin
    Di 8 mehên sala 2016an de 3 hezar penaber xeniqîn
    Etîketan:
    Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), SOS Medîterrannee, Save the Chîldren, Penaberên Libyayî, Libya, Îtalya, Deryaya spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de