08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Haseke'deki patlamaya ilişkin Twitter'da yer alan fotolardan biri

    Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî

    © Foto: Twitter/ArjDnn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî Desteya Tenduristî ya Kantona Cizîrê ku ragihand hejmara qurbaniyên teqîna bajarê Hesekê derket 34 kesî.

    Hesekê - Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf girêdayî êrîşa li dijî dawetekê li bajarê Hesekê ragihand ku hejmara qurbaniyê teqîna derket 34 kesî û piraniya wan jin û zarok in.

    Ebîr Hesaf di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişê de 90 kes jî birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyên bajarên Hesekê û Amûdê.

    Hevseroka Desteya Tenduristiyê bang li welatiyên bajarê Hesekê û Amûdê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyan û xwînê bidin.

    Duhî şevê din li bajarê Hesekê yê Sûriyeyê li dawetekê êrişeke xwekujî pêk hatibû û piştî êrişê rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya teqînê girtibû ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê teqîn: 2 kuştî û şeş birîndar
    Li Şirnexê teqîn: Cerdevanek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
    Li Qamişloyê teqîn
    Li Mêrdînê dema derbasbûna wesayîta leşkerî teqîn: 3 kuştî û 7 birîndar
    Li Colemêrgê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
    Etîketan:
    Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Êrişa xwekujî ya bajarê Hesekê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebîr Hesaf, Sûriye, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de