14:09 22 Hezîran 2018
DAIŞ

Hucreya jinan ya DAIŞê hate rûxandin

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Fasê di çarçoveya operasyona li dijî terorîstên DAIŞê de hucreyek jinan hate rûxandin.

Navenda nûçeyan - Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da  û got wan li bajarên Kenîtra, Tantan, Sîdî, Suleyman, Sela, Ewlad Tayme, Zagura û Sîdî et Taybî de li dijî terorîstên DAIŞê operasyon dane destpêkirin. Di encama operasyonê de hucreyek DAIŞê ya ku ji 10 jinan pêk dihat hatiye rûxandin û hemû jin hatine desteserkirin.
Operasyon ji aliyê tîmên taybet yên Fasê ve hate kirin û hate gotin ku kesên hatin desteserkirin amadehiya êrişên mezin dikirin ku wê di encamê wan êrişan de îstiqrara Fasê xerab biba.

'GELEK ÇEKÊN KIMYEWÎ HATIN BIDESTXISTIN'

Hat ragihandin ku li gel jinên hatin desteserkirin gelek çekên kimyewî jî hatine bidestxistin. Herwiha hate amajekirin ku jinên ku hatin desteserkirin perwerdehiya çekên kimyewî jî dîtine.
Li gorî daneyên sîxuriya Fasê ji 579 fasiyên ku li Iraq, Sûriye û Lîbyayê beşdarî şer bûne 758 ji wan DAIŞî bûn.

Bi heman mijarî:

Li Dîlokê operasyona DAIŞê: 4 kes hatin desteserkirin
Pêşmergeyan mîrekî DAIŞê girt
DAIŞê bi çekên giran êrişî Efrînê kir
İzvestiya: Amerîka wê Reqqayê ji DAIŞê re berde
Serokê DAIŞê Bexdadî hat jahrîkirin
Etîketan:
êrişên xwekujî, jinên daişî, sîxurî, hucre, çekên kimyewî, fas
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de