20:15 18 Hezîran 2018
polês

Li Tirkiyeyê 12 hezar polês ji kar hatin dûrxistin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

12 hezar polêsên di bin nabeya Midûryeta Gelemper yê Ewlekariyê de dixebitîn di çarçoeveya lêpirsîna FETOyê ji kar hatin dûrxistin.

Navenda nûçeyan -Li gorî nûçeya Haberturkê  Wezareta Karên Navxweyî yaTirkiyeyê li nava Midûriyeta Gelemper ya Ewlekariyê de operasyonek mezin ya FETOyê daye destpêkirin. Di operasyona ku li 81 bajaran hate lidarxistin de gelek polês ji kar hatin avêtin.

Di encama operasyonê de 12 hezar polêsên ku di nav de polêsên payebilind jî hene bi hinceta ku têkiliya wan bi FETOyê heye hatin desteserkirin.
Li Enqereyê hezar û 350, li Izmîrê 570, li Amedê 650 û li Colemêrgê 350 polês ji kar hatin avêtin.

PIŞTÎ LÊPIRSÎNÊ WÊ JI KAR BÊNE AVÊTIN

Lêpirsîna polêsên ku ji kar hatin dûrxistin wê ji aliyê sermufetişên polês ve bê kirin. Piştî lêpirsînê polêsên ku têkiliyên wan û FETOyê derkevin holê wê ji kar bên avêtin.

Bi heman mijarî:

Nûçegîhanê Akitê ku nûçeya ‘Evrensel tê girtin' çêkiribû ji FETOyê hate girtin
Li Edliyeya Stenbolê operasyona FETOyê
Iraqê jî biryara girtina dibistanên FETOyê da
Li 8 bajaran operasyona FETOyê: 46 kes hatin desteser kirin
Serokê Baroya Sêrtê di operasyona FETOyê de hate desteserkirin
Erdogan li NY: Li dijî FETOyê bergiriyên hewce bigirin
Etîketan:
jikaravêtin, feto, têkilî, polês, lêpirsîn, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de