03:28 24 Sibat 2018
Zindî
    ala sûriyeyê-muxalif

    Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsya ragihand ku 7 herêmên din ku 4 ji wan ji Lazkiyê û 3 ji wan ji Hamayê, li gel serokên xwe beşdarî agirbesta Sûriyeyê bûn û bi vê yekê hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûn gihişte 709an.

    Navenda nûçeyan — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku agirbest li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 49 caran hate binpêkirin. Herwiha komên çekdar êrişî ser herêmên sivîl û bendên ayidî artêşa Sûriyeyê yên li Heleb, Şam, Lakiye û Hamayê kirine.

    Hate amajekirin ku komên terorîst li bajaroka Eyn el Qantara ya bi ser Lazkiyeyê balafira bêmirov ya bombebarkirî bikar anîne. Herwiha bi qasî 2 ton û nîv alikarî gihiştiye nexweşxaneya leşkerî ya Lazkiyeyê û 3 ton jî alikariya mirovî gihiştiye şêniyên gundê Malûlayê.

    Bi heman mijarî:

    Kanada: Ji bo agirbesta li Sûriyeyê divê jet dakevin erdê
    Rûsya: Dê tu biryara KENYê ji bo agirbesta li Sûriyayê tine be
    De Mistura: Agirbesta li Sûriyeyê hîn nemiriye lê di bin metirsiyeke mezin de ye
    Kremlîn: "Em ji pêvajoya peymana agirbesta Sûriyeyê kêfxweş in"
    Rûsya: Nabe ku em ji bo agirbesta li Donbassê sozê bidin
    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Divê peymana agirbesta li Sûriyê bê weşandin
    Etîketan:
    komên terorîst, daiş, binpêkirin, agirbest, şer, hama, heleb, Lazkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de