21:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Êrîşa Hesekê

    HAT NÛKIRIN - Li Hesekê êrişa bombeyî: 22 mirî 33 jî birîndar

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Hesekê yê li cihê dawetekî teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku herî kêm 22 kesan kesan jiyana xwe ji dest dane û 33 kes jî birîndar bûne.

    Heseke — Hate ragihandin ku êrişkarê xwekuj, welatiyên ji bo dewetê ku li taxa Salahê ya Hesekeyê civiyabûn armanc girtiye.

    Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin 22an zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane, 33 kes jî birîndar bûne.

    Li gorî nûçegihanê Sputnikê ku ragihan terorîstek DAIŞê nêzî saet 21:00an li dewetek êrişa xwekujî pêk anîtiye. Di encama êrişê de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî giran bîrindar bûne.

    Birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxanyên li Hesekeyê û ji bo birîndaran anons tên kirin. Piştî êrişê çûnûhatina bajêr hat kontrolkirin û asayîşê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ji bo hinek welatan, amûra bidestxistina puanan e
    ‘DAIŞ ji ber felsefeya desthilatdariya DYAyê derket holê'
    "DAIŞ dê çekên kîmyawî bi kar bîne"
    Etîketan:
    dewet, mirî, xwekujî, êriş, Heseke, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de