14:43 25 Sibat 2018
Zindî
    Ebû Ferec El Misrî

    Avakarê El Nusrayê hate kuştin

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku avakar û rêvebirê rêxistina El Nusrayê (Cebhet Fetih El-Şamê) Ebû Ferec El Misrî di encamê bombardûma balafirên Amerîkayê ya li bajaroka Cisur Şugê yê bajarê Idlîbê ya Sûriyayê de hatiye kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên ku hatin bidestxistin Ebû Ferec El Misrî ku avakarê El Nusrayê û hewalê serokê El Kaîdeyê Eymen El Zevahirî ye di saetên êvarê de ku bi wesayîtê diçû rastî êrişa Navgînên Hewayî ya Bêmirov (NHB) (Droner) yê Amerîkayê hatiye û di nencamê de jî hatiye kuştin. Li gorî agahiyan du moşek li wesayîta Misrî ketiye, navborî li cihê bûyerê miriye, 2 parêzvanên wî jî giran birîndar bûne.

    ​Berdevkê Pentegonê Matthew Allen ji ajansa Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku li dijî rayedarek paye bilind yê rêxistina El Nusrayê êriş pêk anîtine û niha jî encama êrişê lêkolîn dikin. Allen derbarê nasnameya endamê El Nusrayê ku armanc hatibû girtin de agahî neda û got: ‘Em heta teyîd bûna operasyonek sekeftî nekin, dê nasnameya kesê ku rastî êrişê hatiye eşkere nekin.

    Wesayîta Ebû Ferec El Misrî  ku rastî êrişa hewayî hat
    Wesayîta Ebû Ferec El Misrî ku rastî êrişa hewayî hat

    Ji aliyê din ve du cîhatçiyan ji ajansa Reutersê re daxuyandin ku di endama êrişa NHB de, El Misrî hatiye kuştin.

    Bi heman mijarî:

    El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin
    El Nusra: Amerîka li aliyê me ye
    El-Nusra: Amerîka çekan dide me
    Rûsya: El Nusra nave xwe biguherîne jî rêxistinek terorîste
    Etîketan:
    avaker, parêzvan, kuştî, balafir, operasyon, êriş, Sputnîk, Ebû Ferec El Misrî, Sûriya, Idlîb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de