11:18 23 Hezîran 2018
Numan Kurtulmuş

Kurtulmuş: Divê PYD bi temamî vegere rojhilatê Firatê

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, Rewşa Awarte dê ji 19ê Cotmehê ve, 90 rojî bê dirêjkirin û got, "operasyona Mertala Firatê ji bo astengkirina korîdoreke terorê ye".

Enqere — Lijenya Wezîran bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Kulliyeya Serokkomarî saet di 14:25an de civiya.

Gava ku hîn civînê berdewam dikir, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derket pêşberî kamereyan.

Kurtulmuş ragihand ku lijneya wezîran biryar daye ku Rewşa Awarte bo 90 rojî bê dirêjkirin.

Herwiha rayedarê tirk teqez kir ku ew ji bo vegerandina serkêşê FETOyê, bizav tên kirin ta ku meqamên Amerîkayê

"MERTALA FIRATÊ LI DIJÎ KORÎDORA TERORÊ YE"

Ji aliyê din ve, Kurtulmuş li ser operasyona Mertala Firatê ya di nav axa Sûriyeyê de axivî û got: "Operasyona Mertala Firatê, operasyoneke wiha ye ku ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê bê parastin, ji bo rê li ber êrîşên DAIŞ û YPGê li ser Tirkiyeyê bê girtin û ji bo astengkirina avakirina korîdora terorê tê kirin.

Kurtulmuş li ser operasyona Mûsil û Reqayê jî axivî û got: "Eger operasyonên Mûsil û Reqqayê dê pêk werin, nabe van bajaran radeestî rêxistinên din ên terorîst bikin. Nabe qet PYD wek hêzeke sereke ya rizgarkirina Mûsil û Rqqayê bê hesibandin. Nabe piştî çûna DAIŞê, rêxistineke din a terorîst cihê wan bigire. Beşeke mezin ji PYDê ji Minbicê derketiye lê em dixwazin ku tevahiya wê vekişe Rojhilata Firatê."

Bi heman mijarî:

YPG: Di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîşî Rojavayê kir
Tirkiye: Armanca operasyonê ku em sînorên xwe ji YPG-PYDê paqij bikin
DYA: YPG soza xwe bi cî tîne
YPG: Artêşa tirk 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt
YPG û DAIŞê, dîl teqes kirin
Erdogan: Heke ku YPG di operasyona Reqqayê de hebe em beşdar nabin
Etîketan:
rewşa awarte, FETO, PYD, DAIŞ, Reqqa, Minbic, Sûriye, Mûsil, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de