04:56 20 Sibat 2018
Zindî
    Rojnamevan

    Qertên çapemeniyê yên xebatkarên televîzyona Hayatin Sesi hatin betal kirin

    © AFP 2018/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî girtina 12 kanalên televîzyonê û 11 kanalên radyoyê qertên çapemeniyê yên xebatkarên kanala Hayatin Sesi ya ku hat reş kirin jî hatin betal kirin.

    Navenda Nûçeyan — Di çarçoveya Rewşa Awarte de piştî girtina 12 kanalên televîzyonê û 11 kanalên radyoyê ya bi daxwaza Serokowezîriyê qertên çapemeniyê yên xebatkarên kanala Hayatin Sesi ya ku hat reş kirin jî, hatin betal kirin.

    Xebatkarên Televîzyona Hayatin Sesi ya hat girtin, qertên çapemeniyê yên Gerînendeyê Giştî yê Televîzyonê Gokhan Çetîn û Edîtora Nûçeyan Sultan Ozer ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Weşan û Enformasyonê (BYEGM) ve hatin betal kirin.

    BYEGMê di peyama xwe ya ji bo xebatkarên televîzyonê de got "qerta we ya çapemeniyê ji ber girtina saziya we hatiye betal kirin. Ji kerema xwe re qerta we ya hatiye betal kirin, şûnde bidin Miduriyeta Bajêr a Stenbolê."

    Bi heman mijarî:

    Li Qoserê deriyê Radyo Rengînê hat mohr kirin
    Radyo Karacadax a bi kurdî weşan dikir hate girtin
    RTUKê televîzyonek û 2 radyo girtin
    Seteleyta Eutelsatê kanala Med Nûçeyê digire
    Eutelsatê biryara girtina Med Nûçeyê stand
    Etîketan:
    qerta çapemeniyê, betalkirin, Edîtora Nûçeyan a Hayatin Sesi, Gerînendeyê Giştî yê Televîzyona Hayatin Sesi, Rewşa Awarte, Miduriyeta Giştî ya Çapemenî Weşan û Enformasyonê, Sultan Ozer, Gokhan Çetîn, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de