09:03 24 Sibat 2018
Zindî
    Mûsil, Îraq

    "Gel amadekariya raperînê dike"

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê teşkîlata PDKê ya Mûsilê Muhîdîn Mizûrî ragihand ku rewşa bajarê Mûsilê her ku diçe xerabtir dibe û gel amadekariyê dike û serî li dijî DAIŞê hilde.

    Navenda Nûçeyan — Mizûrî beşdarî bernameya televizyona Rûdawê bû û got ku operasyona kontrolkirina Mûsilê nêzîk dibe û êdî dem dema rizgarkirina bajarî ye.

    Herwiha rayedarê PDKê teqez kir ku Mûsil ne tenê ji aliyê aborî û siyasî ve ji bo Herêma Kurdistanê giring e lê ji aliyê ewlekariyê ve jî giring e.

    Ji aliyê din ve, Mizûrî derbarê rewşa bajêr de ev agahî dan:

    "Rewş li bajêr her ku diçe xerabtir dibe. Çi rewşa xelkê be çi ya DAIŞê be, roj bi roj xerabtir dibe. DAIŞ êdî dizane ku baweriya xelkê bi rêxistinê nemaye. Xelk jî dibîne ku rayedarên payebilind ên DAIŞê bajarî diterikînin."

    Herwiha rayedarê PDKê diyar kir ku xelk xwe amade dike ji bo pêşwaziya Artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge bike û wiha pê de çû: "Ew jî dixwazin îmajeke baş bidin lewra xwe amade dikin ku li dijî DAIŞê rapere."

     

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Amerîka: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Hêzên Pêşmerge: "Li Mûsilê 12 gund ji DAIŞê hatin rizgarkirin"
    Hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê 26 terorîstên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, DAIŞ, Artêşa Iraqê, Pêşmerge, PDK, Muhîdîn Mizûrî, Kurdistan, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de