06:57 19 Sibat 2018
Zindî
    Li ser biryara girtina kanalên televizyona û radyoyan saziyên rojnamegeriyê, saziyên rojnamegeriyê û sendîkayan daxuyaniyeke hevbeş dan

    Rêxistinên rojnamegeran: Bila biryara girtina tv û radyoyan bi paş de were kişandin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li ser biryara girtina kanalên televizyona û radyoyan saziyên rojnamegeriyê, saziyên rojnamegeriyê û sendîkayan daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyê de bang li Lijneya Wezîran hate kirin ku biryara girtina televizyon û radyoyan bi paş de were kişandin.

    Stenbol — Civîn li Avahiya Sendîkayên Rojnamegerên Tirkiyê (TGS), bi beşdariya serokên TGSê, yê DİSK Basin-İşê û Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) çêbû. Herwiha li ser navê Rêxistina Rojnamegerên Sînorneras nûnerê Tirkiyê Erol Onderoglu û rêveberên 12 televizyon û 11 radyoyên hatine girtin beşdar bûn.

    Di civînê de Koordînatorê Weşanê yê Giştî yê İMC TVyê Eyup Burç got ku bi biryara girtinan dixwazin dengê hêzên demokratîk bibirin û mafên ku di nava salan de dane kurdan bi paş ve hatiye standin.

    TGSê li hemberî girtina tv û radyoyan bangewaziya piştgiriyê bi vî fotografî kir
    © Foto: Twitter
    TGSê li hemberî girtina tv û radyoyan bangewaziya piştgiriyê bi vî fotografî kir

    Koordînatorê Programê yê Hayatin Sesi TVyê Arif koşar jî diyar kir ku weke hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bi ser ketibe ew rastî pêkanînên ne demokratîk re rû bi rû dimînin.

    BANGEWAZÎ HATE KIRIN KU LI RTUKÊ BIGERIN

    Serokê Sendîkaya Basın-İş ê ya bi DİSKê ve girêdayî Faruk Eren diyar kir ku fişara li ser rojnamegeran êdî sînorê tehemuliyê derbas kiriye û divê biryara girtinê bi paş ve bê kişandin.

    Serokê TGSê Ugur Guç jî balkişand ser biryarên girtinan û got ku wê nêzîkî 800 kesî bêkar bimîne û bang li welatiyan kir ku ji bo protestokirina biryara girtinê li Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) bigerin.

    Bi civînê re di heman demê de li ser medyaya civakî jî bi etîketa ‘TVmeRadyomaDokunma' (DestnedeTVûradyoyamin) bertek hate nîşandan û ev etiket demeke dirêj, li Tirkiyê di lîsteya mijaran de yek ji wan mijarên herî zêde li ser diaxivîn ma.

    Bi heman mijarî:

    Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
    Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin
    RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
    Ozgur Gun Tv hate astengkirin
    Zarok Tv yê xelata ziman a Feqî Huseyn stand
    Girtina IMC Tv yê di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de ye
    Etîketan:
    girtina televizyonan, civîn, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê, DİSK, Basın-İş, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS), IMC TV, Arif Koşar, Faruk Eren, Ugur Guç, Erol Onderoglu, Eyup Burç, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de