17:51 22 Sibat 2018
Zindî
    Êrişa xwekujî

    Li Hemayê êrişa xwekujî: 2 kuştî û 12 birîndar

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li meydaneke bajarê Hemayê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de bû êrişeke xwekujî pêk hat, li gorî zanyariyan destpêkê di bûyerê de 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birÎndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li meydaneke bajarê Hemayê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de bû êrişeke xwekujî pêk hat, li gorî zanyariyan destpêkê yên televîzyona dewleta Suriyeyê di êrişa xwekujî de 2 sivîl hatin kuştin û 12 welatî jî birîndar bûn.

    Berpirsekî ewlehî yê Sûriyeyê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku terorîstekî ku êlekê teqemenî li ser pêçayî bû li meydana El Asî ya bajarê Hemayê xwe teqand. Di êrişa xwekujî de kuştî û birîndar çêbûn, lê me hê hejmara wan zelal nekiriye.

    Li gorî daxuyaniya çavkanî piştî teqînê tîmên tendirûstî û wesayîtên agirkuj çûne herêmê û cihê bûyerê ji terefê hêzên ewlehî ve hatiye dorpêçkirin

    ROJNAMEVANEK BIRÎNDAR BÛ

    Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên herêmî, piştî teqîna pêşî bi 15 deqîqeyan êrişa xwekujî ya duyemîn pêk hat. Rayedarên nexweşxaneya bajarê Hemayê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de gotin: "Di teqîna duyemîn de nûçegihanekî ajansa dewletê ya SANAyê birîndar bû."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: DAIŞê hema hema qet li dijî Tirkiyeyê şer nekir
    Figen Yuksekdag: ‘Êrişa hovane hema hema teqeze ku DAIŞê pêk anîtiye'
    Ji Obama daxuyaniya agirbestê: Şer wê hema neqede
    Hema bêj 35% ji ewropian dibînin ku jidêvla NATOyê, gerek artêşa YE hebe
    Di encamê bûyera li Nîceryayê de hema bêj 70 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Hêzên ewlehî yên hikumetê, Êrişa xwekujî ya bajarê Hemayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hema, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de