13:48 24 Hezîran 2018
Cudiya Kurdo

PYD: "Alaya Amerîkayê nehatiye daxistin û ya Sûriyeyê nehatiye hildan"

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derheqê îdîaya ku li Girê Spî alaya Amerîkayê hatiye daxistin û li şûna wê alaya Sûriyeyê hatiye danîn ne rast e.

Girê Spî — Rêvebira Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Girê Spî Cûdiya Kurdo di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand îdîayên ku li bajarê Girê Spî alaya Sûriyeyê hatiye daleqandin derewin, alayên Amerîkayê ku li bajêr hatibûn daleqandin jî me rakirin.
Li ser hinek hisabên medya civakî hatibû îdîakirin ku li bajarê Girê Spî alaya Sûriyeyê hatiye daleqandin.

TENÊ ALAYÊN YPG Û PYDÊ HENE

Cûdiya Kurdo di axaftina xwe de got: "Negengaz e ku alaya Sûriyeyê li Girê Spî were daleqandin. Ev îdîa ji binî ve derew e. Wekî herêma Rojava li Girê Spî jî negengaz e ku alaya Sûriyeyê were daleqandin û ev ne cihê nîqaşêye. Bi zanebûn van îdîayan belav dikin. Li Girê Spî tenê alayên YPG û PYDê hene."

LI BAJARÊ GIRÊ SPÎ ALAYA AMERÎKAYÊ TUNEYE

Kurdo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çend roj berê hinek alayên Amerîkayê li bajêr hatibûn daleqandin. Leşkerên amerîkî bixwe daleqandibûn, lê niha ew al hemû hatin rakirin û niha li bajêr alayên Amerîkayê tunene. Kolandina mewziyan jî li hemberî DAIŞê ji bo bergiriyên ewlehî ne. Niha li navenda bajêr rewş arame û tu pirsgirêk tuneye."

Etîketan:
Daxistina alaya Amerîkayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, PYD, YPG, Cûdiya Kurdo, Girê Spî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de