03:02 20 Hezîran 2018
Radyo (RS FM)

Li Qoserê deriyê Radyo Rengînê hat mohr kirin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku polîsan li navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê bi ser avahiya Radyo Rêngîn a ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî weşan dikir de girt û deriye radyoyê mohr kirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa DÎHAyê de li navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê polîsan bi ser Radyo Rengînê de girtin û di avahiyê de lêgerîn pêk anîn. Hat diyar kirin ku piştî lêgerînê polîsên darayî deriyê avahiya radyoyê mohr kirin. Radyo Rengîn bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî weşan dikir.

Her wiha berê jî radyoyên wekî Radyo Ses, Radyo Dunya, Radyo Ozgur, Radyo Karacadag, Radyo Yon û Radyo Dogu yên ku bi gelek zimanan weşan dikirin jî hatibû girtin.

 

Bi heman mijarî:

Radyo Karacadax a bi kurdî weşan dikir hate girtin
RTUKê televîzyonek û 2 radyo girtin
Zarok Tv yê xelata ziman a Feqî Huseyn stand
Televîzyona IMCê, li ser peyka Hotbirdê weşana xwe didomîne
Etîketan:
bi ser de girtin, lêgerîn, derî, mohr kirin, Radyo Yon, Radyo Ozgur, Radyo Karacadax, Radyo Rengîn, Mêrdîn, Qoser
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de