18:55 25 Hezîran 2018
YPG

YPG: Di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîşî Rojavayê kir

© Foto : pukmedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

YPGê bîlanşoya şerê meha îlonê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Li gorî vê daxuyaniyê di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîş biriye ser xaka Rojava.

Navenda Nûçeyan — YPGê bilançoya şerê meha îlonê di malpera xwe ya fermî ya înternetê e de belav kir. Li gorî vê belavokê artêşa tirk di yek mehê de 26 caran êrîş biriye ser Rojava. Di encama van êrîşan de 9 sivîlan ji dest dane û 61 sivîl jî birîndar bûne. Terorîstên DAIŞê jî 28 û endamên Koalisyona Sûriyê 18 caran êrîşî Rojava kiriye.

81 KES JI KOMÊN LI DIJÎ YPGÊ ŞER DIKIRIN HATINE KUŞTIN

YPG diyar dike ku ‘hêzên wan 5 çalakî û operasyon' lidar xistine û 17 caran jî şer di navbera hêzên wan û hêzên din de rû daye. Li gorî heman daxuyaniyê ji hêzên li hemberî YPGê şer dikin 81 kes hatine kuştin û 4 kes jî bi saxî hatine desteserkirin. Di meha îlonê de herwiha 15 endamên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane.

YPGê di heman demê de 10 wesayitên bombebarkirî, 2 wesayitên leşkerî, 1 topa 57 rûxandiye û komeke çek û cebilxane jî bidest xistine.

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Armanca operasyonê ku em sînorên xwe ji YPG-PYDê paqij bikin
YPG: ​​ Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê didomin
YPG: Artêşa Tirk êrişî ser gundê Kobanê kir
YPG: "55 Terorîstên DAIŞê hatin kuştin"
YPG: Li Şêxmeqsûd 3 çekdarên koalisyonê hatin kuştin
ÎDIA - YPG û Hikumeta Sûriyeyê li hevdu civiyan
Etîketan:
îlon, êrîş, bîlanço, şer, sivîl, terorîst, kuştin, Artêşa tirk, YPG, DAIŞ, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de