18:06 25 Sibat 2018
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Serokê DAIŞê Bexdadî hat jahrîkirin

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî îdîaya çapemeniya Iraqê, serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî hatiye jahrîkirin û rewşa pir giran e.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Media News Agencyê, serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî bi li derdora bajarê Mûsilê nêzî sînorê Sûriyeyê bi 3 fermandarên rêxistinê re hat jahrîkirin.

    Ajansa di berdewamiya nûçeya xwe de ku dispêrê çavkaniyêkî îstîxbaratî, jahrî xistin xwarina Bexdadî û fermandaran û ji ber wê jahrîkirinê rewşa wî pir cidî ye, Bexdadî û fermandar ji bo dermankirinê çûne cihekî ku tu kes nizane.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên ewlehî, ji bo kesên ku jahrî xistin xwarina Bexdadî û fermandarê wî zevt bikin li herêmê gelek kes girtin binçavan." Li gorî zanyariyên îstîxbaratî, Serokê DAIŞê Bexdadî ji bo ku ji êrişên hewayî rizgar bibe tim cih diguherîne û tenê pêwendî û têkiliyê bi berpirsên bilind ê rêxistinê re datîne.

    Berê jî çend caran nûçeyên ku Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî hatiye kuştin û birîndar bûye ketibûn ajansên cihanê.

    Bi heman mijarî:

    Bexdadî bangî milîtanên xwe kir: "Mûsilê wêran bikin"
    Cîgirê Ebubekir Bexdadî li Mûsilê hat kuştin
    Cîgirê Bexdadî El Adnanî bi operasyona Rûsyayê hat kuştin
    Amerîkayê di derbarê El Bexdadî de îtiraf kir
    Li Iraqê Cîgirê Ebubekir Bexdadî û 12 rêvebir hatin kuştin
    Etîketan:
    Bexdadî hat jahrîkirin, Media News Agencyê, Serokê rêxistina terorîs a DAIŞê, Ebûbekir El Bexdadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de