13:51 22 Hezîran 2018
Selahettin Demirtaş

Baroya Amedê nûçeya Yeni Şafakê ya derbarê Demirtaş de derewand

© Sputnik / Cesim Ilhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Baroya Amedê nûçeya rojnameya Yeni Şafakê derewand ku digot Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş mudaxele li ser hilbijartina Baroyê kiriye.

Navenda Nûçeyan — Daxuyaniya Baroya Amedê li ser navê Wekîlê Serokê Baroyê Ahmet Ozmen ve hate kirin û nûçeya di rojnameya Yeni Şafakê de hate derewandin.

Merasîma defnkirina Tahir Elçi
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo rojnameyê bi rêya noterê hişyarname hatiye şandin. Daxuyaniya baroyê wiha ye: "Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş hempîşeyekî me û endamê baroya me û siyasetmedarekî wisa ye ku bi kesayetiya xwe ya demokrat tê naskirin. Ji roja ku min namzetiya xwe ya Serokatiya Baroya Amedê re aşkere kiriye heta îro bi wî re, bi derdora wî ya nêzîk re û partiya ku ew serokê wê re ye ne rasterast ne jî bi rêya navbeynkaran hevdîtina min çênebûye. Ne li ser min û ne li ser hevrêyên min derbarê namzetiya min de daxuyanî, fişar heta pêşniyara wî, derdora wî ya nêzîk an jî partiya wî çênebûye. Ev nûçe dûrî rastiyê ye ku bi nêzîkatiyeke dixwaze hilbijartina Baroya Amedê bikişîne ser bingeheke siyasî û li ser vê ji xwe re armancên ne meşrû bidest bixe. Baroya Amedê wê têkoşîna xwe ya heq û hiqûqê di serok, rêveber û endamên xwe yên di Civata Giştî ya di 8 û 9ê Cotmeha 2016ê de çêbibe berdewam bike."
Di hilbijartina dawiya vê hefteyê de ji bo Serokatiya Baroya Amedê li gel Ahmet Ozmen hevjînê Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Mesut Beştaş jî namzet e.

Di vê navberê de HDPê jî bi daxuyaniyekê heman nûçe derewand û diyar kir ku "Nûçe berhema xeyalan e."

YENİ ŞAFAKÊ ÇI NIVÎSANDIBÛ?

Rojnameya Yeni Şafakê îdia kiribû ku Selahattin Demirtaş di hilbijartina serokatiya Baroya Amedê de ji bo Mesut Beştaş dest bi kûlîsan kiriye.

Bi heman mijarî:

Li Londrayê Weqfa Tahir Elçî hat avakirin
Jiyana Tahir Elçî dibe belgefilm
Baroya Amedê: Derbarê bûyera kuştina Tahir Elçî de hin dîmenên nû hatine bidestxistin
Hevjîna Tahir Elçî cara pêşî li cihê bûyerê bû!
Huda Kaya: ‘Dozger kujerê Tahir Elçi vedişêre'
Turkan Elçî: ‘Derbarê kuştina Tahir Elçî de tu tiştek nehat kirin'
Etîketan:
îdia, hilbijartin, Rojnameya Yenî Şafakê, Baroya Amedê, HDP, Tahir Elçi, Mesût Beştaş, Meral Daniş Beştaş, Selahattin Demirtaş, Ahmet Ozmen, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de