11:45 22 Sibat 2018
Zindî
    Milîtanên Talîbanê

    Talîbanê bi çar aliyan ve êrişî bajarê Kuzduzê kir

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên Rêxistina Talîbanê, bi çar milan ve êriş li hemberî bakarê Kunduzê ku dikeve bakurê Afganîstanê pêk anîn.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Walîtiya Kunduzê Sayid Muhammed Daniş di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên ewlehî li herêmê Seh Dereka Kunduzê hê jî bi milîtanan re şer dikin û li hemberî rêxistina Talîbanê bi hêzên hewayî jî operasyon têne li dar xistin û heta niha gelek milîtanên rêxistinê hatine kuştin.

    SALA BORÎ BI DEST XISTIBÛN

    Ji aliyê din ve li gorî şahidên bûyerê, milîtanên Talîbanê her diçin nêzî bajarê Kunduzê dibin û kontrola hemû qereqol û çeperên ser rê xistine destê xwe. Her wiha berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahît jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişê de li navenda bajarê Kunduzê gelek cih hatin bidestxistin û kontrola wan niha di destê rêxistinê de ye.

    Milîtanên Rêxistina Talîbanê, sala borî dîsa êrişeke berfirehî û ji nişka ve li hemberî bajarê Kunduzê bi kar anîbûn û kontrola bajêr bi dest xistibûn, lê hêzên ewlehî piştî çend rojan bi operasyoneke berfirek ji destê wan deranî bû.

    Bi heman mijarî:

    Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
    Talîban li Afxanîstanê êrişî konvoya amerîkiyan kir
    Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
    Etîketan:
    Leşkerên Artêşa Afganîstanê, Milîtanên rêxistina Talîbanê, Zabihullah Mucahît, Sayid Muhammed Daniş, Kunduz, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de