02:12 22 Sibat 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: "Yên ku xwestin zextê li Tirkiyeyê bikin, dersa xwe standin"

    © Foto: AA/ Utku Uçrak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de ragihand yên ku xwestin zextê li Tirkiyeyê bikin di 15ê Tîrmehê de dersa xwe ji gel standin.

    Enqere — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Koçka Çankayayê di pêşwaziya heyeta TESKê de ragihand ku bila herkes hedê xwe bizanibe yên ku xwestin zextê li Tirkiyeyê bikin di 15ê Tîrmehê de dersa xwe ji gel standin.

    EM Ê HISAB BIDIN WELATIYÊN XWE

    Binali Yildirim di axaftina xwe de got: "Baweriya bi ekonomiyê li gorî meha tebaxê di meha îlonê de sedî 21 zêde bû. Yanî her ji 5 kesan yek dibêje ekonomî ber bi başbûnê ve diçe. Piştî ku welatî wiha difikirin û baweriyê tînin tu girîngiya sazî û dezgehên nirxandin ê krediye tuneye. Çend saziyên nirxandin ê krediyê nikarin puanê me diyar bikin, puanê me tenê karsaz, bazirgan û hemwelatî dikarin kifş bikin. Em ê hisab bidin welatiyan em nadin saziyên nirxandin ê krediye."

    EV Ê JI POZÊ WAN WERE DERANÎN

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mixabin hîn bûne ku tim Tirkiyeyê xirab nîşan didin. Hûn dizanin vê bi çi dikin? Bi navê ‘himmetê' ku pere ji feqîr, xureba, karsaz, bazirgan, sazî û ji deran kom dikirin û paşî wan pera diherikînin şirketên biyanî, lobiyên televizyon, rojname û çapemeniyê. Wekî kaniyê ji siyasetmedarên biyanî re pereyan diherikînin, em ê vê hemû ji pozê wan derînin."

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Kiliçdaroglu ji siyaseta derbarê Lozanê de tiştekî bidest naxe
    Li Koşka Beştepeyê hevdîtina Erdogan û Yildirim wê pêk were
    Yildirim: Me li hemberî hemû rexistinên terorê şer daye destpêkirin
    Yildirim: Em pêkhatina kurd qebûl nakin
    Hevdîtina Yildirim, Kiliçdaroglu û Bahçeli bi dawî bû
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Heyeta TESKê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de