02:26 18 Sibat 2018
Zindî
    PYD li Girê Spî sengerek damezirand û alaya xwe daleqand

    YPGê li Girê Spî mewzî kola û alaya xwe daleqand

    © Foto: -DHA-HADI KURT
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Girê Spî ku dikeve beramberî navçeya Akçakaleya Rihayê mewzî kolan û alayên xwe li ser çeperan daleqandin.

    Girê Spî — Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Girê Spî ku girêdayî parêzgeha Reqqayê ye û dikeve beramberî navçeya Akçakaleya Rihayê mewzî kolan, torbeyên qumê danîn û alayên xwe li ser çeperên mewzîyê daleqandin.

    Ji bo kolandina mewzî û daleqandina alaya YPGê, Tirkiyeyê jî li aliyê sînor bergiriyên xwe yên ewlehî zêde kirin û wesayîtên zirxî yên leşkerî ku bi jîjo têne binavkirin li seranserê sînor ji bo ewlehiyê hatin danîn.

    Li bajarê Girê Spî çend roj berê alaya Amerîkayê jî hatibû daleqandin û hê jî ew ala li cihê xwe sekiniye û ji sînorê Tirkiyeyê jî tê dîtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan dîsa got: Girê Spî yê ereban
    Amerîkayê li Girê Spî navendek vekir
    3 alayên Amerîkayê li Girê Spî hatin daxistin
    Amerîka, ji bo ku Tirkiye mûdaxele neke ala xwe li Girê Spî daleqand
    Li Girê Spî teqîn: 3 sivîl birîndar bûn
    Etîketan:
    YPGê li Girê Spî alaya xwe daleqand, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sûriye, Girê Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de