14:04 18 Sibat 2018
Zindî
    Îbrahîm Sediyanî

    Nivîskarê Kurd doza diziyê li rojnameya Sabahê vekir

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameger û nivîskarê Kurd Îbrahim Sediyani yê ku Almanyayê dijî, di derbarê Rojnameya Sabahê de doza ‘diziya kedê' vekir.

    Navenda Nûçeyan — Sediyanî yê ku 6 pirtûkên wî hene, bi hinceta ku 17 rûpelên pirtûka wî ya yekem a ku di sala 2009a de bi navê ‘Adini Arayan Cografya' (Erdnîgariya Li Navê Xwe Digere) hat weşandin, ji aliyê rojnameya Sabahê ve bêyî ku navê nivîskar û çavkaniyê diyar bike û ‘wekî lêkolînên wê bi xwe ye' hat weşandin, li wê rojnameyê doza tezmînatê ya madî û manewî vekir.

    Doza ku di 3yê Mijdara 2015a de li Dadgeha Hiqûqê ya Mafên Fikrî û Sinaî ya Yekem hat dest pêkirin, ev salek e dewam dike.

    17 rûpelên beşa duyem a mijara bi sernavê ‘Ulke Adlarinin Anlamlari ve Kaynagi' (Wate û Çavkaniya Navên Welatan) a pirtûka Îbrahîm Sediyanî ya bi navê ‘Adini Arayan Cografya' (Erdnîgariya Li Navê Xwe Digere) ku di 09.09.2009a de ji aliyê Weşanxaneya Ozedonuşê ve hat weşandin, ji aliyê rojnameya Sabahê ve di 09.03.2015a de di rûpela ‘Kultur-Sanat'ê de bêyî tîpek jî were guherandin, hatiye weşandin.

    Rojnameyê ew rûpelên pirtûka Sediyanî bêyî ku navê nivîskar, pirtûk û weşanxaneyê bide piştî 5 sal û nîvan ‘wek xebata xwe' weşand.

    Sediyanî yê ku pêvajoya hiqûqê da dest pêkirin, di derbarê mijarê de nameyek weşand û got "bêyî şerm bike û ji Xwedê bitirse, wek ku xebata wan e diweşînin. Ne pêkan e ku em toleransê nîşanê diziye bidin, hele li dijî diziya kedê ev hîç ne pêkan e."

    Bi heman mijarî:

    Pirtûka Fehim Taştekin a bi navê 'Rojava dema kurdan' weke sûc hate dîtin
    Di dîroka Îranê de cara yekem pirtûka “dersa kurdî” ya fermî hate weşandin
    Xaziyê Mavi Marmarayê Sediyanî dê tezmînata xwe bide Pêşmergeyan
    TAYBET - Sediyanî: ‘Li hember kurdan şerekî mezin heye'
    Etîketan:
    diziya kedê, nivîskarê Kurd, doz, vekirin, Dadgeha Hiqûqê ya Mafên Fikrî û Sinaî ya Yekem, Weşanxaneya Ozedonuşê, Rojnameya Sabahê, Îbrahîm Sediyanî, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de