08:35 25 Mijdar 2017
Zindî
    Egitim-Senê li hemberî jidûrxistina mamosteyan serî li Şûraya Bilind da

    Egitim-Senê li hemberî jidûrxistina mamosteyan serî li Şûraya Bilind da

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Egitim-Senê li hemberî jidûrxistina mamosteyan serî li Şûraya Bilind da û daxwaz kir ku Biryarnameya Di Hikmê Yaseyê (KHK) ya 672 bê îptalkirin.

    Enqere — Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egitim-Sen) Kamuran Karaca û rêveberên sendîkayê ji bo îptalkirina biryara jidûrxistina mamosteyan serî li Şûraya Bilind a Tirkiyê dan. Beriya serîlêdanê rêveberên Sendîkayê li ber avahiya Şûrayê diyar kirin ku, di çarçoveya KHK ya hejmar 672yê de 50 hezar karmend ji kar hatine dûrxistin û 28 hezar û 163 kes ji wan jî mamoste û xebatkarên Wezareta Perwerdeyê ne.

    Serokê Sendîkayê Kamuran Karaca got ku derxistina mamosteyan ne di çarçoveya delîlên hiqûqî yên berbiçav lê li gorî fîşkirinê hatiye çêkirin.

    Sendîka ji Şûraya Bilind daxwaz dike ku KHK ya hejmar 672 îptal bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
    24 mamoste şandin dadgehê
    Li Amedê 5 mamoste û 3 xwendevan hatin desteserkirin
    Parêzgeha Amedê ew nûçe derewand ku dihate gotin ‘wê mamoste îadeyî wezîfeyê bibin'
    Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
    Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
    Bi giştî 8 hezar û 330 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Etîketan:
    jikardûrxistin, mamoste, Wezareta Perwerde ya Tirkiyê, Biryarnemeya di Hiqmê Qanûnê (KHK), Şûraya Bilind a Tirkiyê, Egitim-Sen, Kamuran Karaca, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de