23:43 21 Sibat 2018
Zindî
    Cendirme

    Li Samsunê wesayîta leşkerî qeza kir: 2 leşker birîndar in

    © Foto: AA/ Sedat Kara
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Samsunê otomobîla leşkerî ya modela bazirganî qeza kir û qelibî newalê, di qezayê de serbazek û leşkerk birîndar bûn.

    Samsun — Li Samsunê otomobîla leşkerî ya modela bazirganî qeza kir û qelibî newalê, di qezayê de serbazek û leşkerk birîndar bûn.

    Qezaya wesayîta leşkerî îro li taxa Kaşyaylayê li herêma Yilanlidereya navçeya Canikliyê qewimî. Wesayîta leşkerî ku li Qereqola Cendirme ya Çayirkentê wezîfe dikir û ajovanê wê Selim Gokçeler bû ji nişkê ve qemyona mikser a betonê derkete pêşiya wî û ji bo ku li qemyonê neqelibe dîreksiyonê xwe zîvirand û 50 metroyî herikî newalê.

    ​Di qezayê de ajovanê wesayîtê Selim Gokçeler û serbaz Guven Dogan birîndar bûn. Li gorî zanyariyên berdest ji bo ku qayişên herdu leşkeran girêdayî bûn leşker qeza bi sivikayî derbas kirin. Kesên ku bûyera qezayê dîtin çûne hawara leşkeran û ew ji wesayîtê deranîn. Herdu leşker bi ambulansê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Samsunê. Hêzên ewlehî derheqê bûyera qezayê de lêpirsÎn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê dema derbasbûna wesayîta leşkerî teqîn: 3 kuştî û 7 birîndar
    Li Mûşê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 2 birîndar
    Li Antalyayê li dijî wesayîta leşkerî êrişa çekdarî: 3 birîndar
    Li Sêrtê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 3 kuştî
    Li navçeya Şemzînanê li dijî wesayîta leşkerî êriş pêk hat
    Etîketan:
    2 leşker birîndar bûn, Li Samsunê wesayîta leşkerî qeza kir, Guven Dogan, Selim Gokçeler, Samsun, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de