03:38 19 Hezîran 2018
desteserkirin-binçavkirin

Li İzmirê 7 kes bi îdiaya amadehiya êrîşa bombeyî hatin desteserkirin

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li İzmirê polîsan li ser îxbareke ku di derbarê yekî ku dihat îdiakirin PKKyî ye û amadehiya êrîşekê dike de operasyon da dest pêkirin û di wê operasyonê de 7 gumanbar bi îdiaya amadehî ya êrîşa bombeyî hatin desteser kirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan hat diyar kirin ku di operasyonê de 440 gram malzemeyên bomba bi tîpa A4ê, keleşek, tebanceyek û gelek gule hatin bi dest xistin.

Hat vegotin ku polîsên Miduriyeta Ewlehiyê ya İzmirê li ser îxbareke ku tê de dihat gotin yekî PKKyî hatiye İzmirê û amadehiya êrîşeke bombeyi dike, da şopa wî kesê gumanbar û operasyon lidar xist. Hat gotin ku di encama operasyonê de li derdora Limontepe ya navçeya Karabaglar a İzmirê di nava daristanekê de kesek girt û li cihê bûyerê 440 gram malzemeyên bombeya bi tîpa A4ê bi dest xistin.

Hat hîn bûn ku li wî bajarî li cihên ku ew kesê gumanbar pê re têkildar e, lêgerîn hat kirin û di wê lêgerînê de keleşek, 3 carcurê çekan, 61 yek gule, tebanceyeke Glock û ginek guleyên wê hatin bi dest xistin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de 7 kes hatin desteser kirin û polîs hîn li du kesan jî digerin.

Bi heman mijarî:

Li Mûşê li hemberî trênê êrîşa bombeyî pêk hat
Li Dêrsimê li hember avahiyên adliyeyê êrîşa bombeyî
Li Qoserê wesayita polîsan rastî êrîşa bombeyî hat
Operasyonên siyasî: 11 kurd hatin desteserkirin
Li Amedê 13 gardiyan bi îdiaya ‘endamtiya PKKê' hatin desteserkirin
Etîketan:
êrîşa bombeyî, amadehî, îdia, desteserkirin, Miduriyeta Ewlehiyê ya Îzmîrê, PKK, Navçeya Karabaglar, İzmir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de