08:39 21 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Ji Erdogan daxuyaniya NHBê

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomar Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku êdî Tirkiye bi xwe Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) bi çek û cebilxane hildiberîne.

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku êdî Tirkiye bi xwe Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) bi çek û cebilxane hildiberîne.

    Xalên girîng ên axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di Konferansa Teknolojî û Zanistî ya Navneteweyî de derketin pêş wiha bûn:

    * Êdî Tirkiye bi xwe Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) bi çek û cebilxane bi xwe çêdike.

    EV SOZ DIDIN LÊ BI CIH NAYNIN

    *Yekîtiya Ewropayê ji bo pirsgirêka penaberên sûriyeyî soza 3 milyar euroyî da, lê heta niha pereyên ku ji bo sûriyan hatiye 179 milyon euroye. Ev soz didin, lê tucarî bi cih naynin. Em wezîfeya xwe ya însanî û îslamî ji bo kesên ku ji bombeyan direvin bi cih tînin.

    DEMA KU AMERÎKA TERORÎSTAN JI ME DIXWAZE EM DIŞÎNIN

    *Dema ku Amerîka terorîstan ji me dixwaze em hemen paket dikin û dişinin. Em li benda biryara dadgehê nasekinin. Terorîstek (Fethullah Gulen) ev 17 sal in li ser 400 donim erd seltenetê dimeşîne û hê jî teslîmî me nekirine.

    *Dibêjin (FETO/PDY) em li 172 welatan xebatên xwe didomînin. Em jî ji 172 welatan re dibêjin ‘hişyar bin.'

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Çîpras: Daxuyaniyên Erdogan yên derbarê Lozanê bo têkiliyên dualî bi 'xetere' ne
    Parlamenterê HDPê, pirsa giravên Deryaya Egeyê ji Erdogan kir
    Erdogan û Merkel derbarê Sûriyê de hevdîtin kirin
    Zaxarova: Me piştgiriya Erdogan nekir, me ya hiqûqa navneteweyî kir
    Erdogan: Heke ku YPG di operasyona Reqqayê de hebe em beşdar nabin
    Etîketan:
    Konferansa Teknolojî û Zanistî ya Navneteweyî, Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB), Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de