22:10 20 Hezîran 2018
Îran

Îranê welatiyên xwe ji bo serdana Tirkiyeyê hişyar kirin

© AP Photo / Ronald Zak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku turîstekî îranî li navçeya Fatiha Stenbolê li cafeyekê di encama kêrkirinê de hat kuştin, rêvebiriya Îranê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin.

Navenda Nûçeyan — Piştî ku turîstekî îranî li navçeya Fatiha Stenbolê li cafeyekê di encama kêrkirinê de hat kuştin, rêvebiriya Îranê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin û ji wan xwest ku ji herêmên ne ewle xwe dûr bixin.

Balyozxaneya Îranê li Enqereyê metnekî hişyariyê ji çapemeniya Îranê şand û ragihand ku welatiyên ku serdana Tirkiyeyê dikin bi la xwe cihê qelebalix û ne ewle dûr bixin. Hinek turîstên îranî li Tirkiyeyê bi bûyerên nexweş re rû bi rû dimînin. Her wiha îranîyên ku serdana Tirkiyeyê dikin û li wir niştecih in bila bale bidin nûnerî û balyozxaneya Îranê.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Roja pêrşembeya borî li taxa Kemalpaşaya Fatihê ya Stenbolê 2 turîstên îranî ku çûbûn resturandekê ji ber hisabê zêde îtîraz kiribûn û rastî êrişa 6 kesan hatibûn, di şerû pevçûnê de turîstekî îranî bi kêrê hatibû kuştin.

Bi heman mijarî:

Îranê cil û bergên kurdî qedexe kirin
Artêşa Îranê, kolberekî kurd li bajarê Banê kuşt
Swêd dibe ku rojnamegerê Kurd radestî Îranê bike
"Herdû PDK şerê xwe li dijî Îranê radiwestînin"
Serokwezîrê Tirkiyê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê qebûl kir
Etîketan:
Balyozxaneya Îranê li Enqereyê, Turîstê îranî li Stenbolê hat kuştin, Hişyariya hikumeta Îranê, Îran, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de