20:22 22 Hezîran 2018
Wesayîta leşkerî

Li Oremarê teqîn: 2 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Oremarê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan — Li Oremarê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Li navçeya Gevera Colemêrgê li herêma Oremarê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Teqîna wesayîta leşkerî îro berê sibehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li herêma Oremarê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de ku ji bo lêgerîn û kontrola çoltera herêmê derketibû rastî bombeya binerdî ku berê hatibû çandin hat.

LI HERÊMÊ OPERASYONA HEWAYÎ HAT DESTPÊKIRIN

Di bûyera teqînê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû, leşkere birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Li gorî çavkaniyên herêmî piştî teqînê li herêma bûyerê operasyoneke berfireh a leşkerî hat destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Li Şirnexê teqîn: Cerdevanek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
Li Mêrdînê dema derbasbûna wesayîta leşkerî teqîn: 3 kuştî û 7 birîndar
Li Colemêrgê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
Li Şemzînanê di dema derbasbûna wesayita leşkerî de teqîn
Li Çewlikê teqîn: 2 cerdevan birîndar bûn
Etîketan:
Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, PKK, 2 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû, Li Oremarê teqîn, Colemêrg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de