10:25 20 Îlon 2017
Zindî
    Operassyona 'Mertalê Feratê' - ASA

    Komên Tirkiye ku piştgiriya wan dike bihev ketin: Bi dehan mirî

    AA/Emin Sansar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    132410

    Hate ragihandin ku li gundewarên Cerablusê komên Tirkiye ku piştgiriya wan dike bihev ketine û di encamê de fermandarek û bi dehan kesên din jî hatine kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Çakaniyekê ji herêmê ragihand ku li gundewarên Cerablusê, di navbera çeteyên Firqeya El-Hemze û çeteyên Firqey Isûd El-Şerqiye (yên girêdayî Tirkiyeyê) de pevçûn qewimiye.

    Li gorî agahiyan beriya pevçûnên di navbera koman de Firqeya El-Hemze yên Turkem li gundewarên Cerablusê (li gundekî ku piraniya şêniyên wê erebin) komkujî pêk anitine.

    Heman çavkaniyê da zanîn ku Firqeya Isûd El-Şerqiye qebûl nekiriye ku wê komkujiyê pêk bîne, ji ber ku piraniya şêniyên gund ereb bin. Çavkaniyê diyar kir ku ji ber vê sedemê, pevçûn di navbera herdû Firqeyan de, rû da û di encamê de Fermandarê koma Firqeya Isûd El-Şerqiye Ebû Salih El-Şêtî û zêdetirî 10 kes, hatin kuştin.

    Herwiha çavkaniyê Firqeya El-Hemze gev li Firqeya Isûd El-Şerqiye xwar ku eger radest nebin, dê noqteyên wan topbaran bikin.

    Bi heman mijarî:

    Komên çekdar ji Himsê vedikşin
    Wekîlê HDPê: Rûsya li Sûriyeyê planên Tirkiyeyê, komên cîhadîst û welatên rojava têk birin
    Komên çekdar ên ASAyê topan davêjin Şêx Meqsûdê
    Komên terorîstan êrişî 7 gundên kurdan kir
    Tirkiye: Herêma Tel Ar dîsa ket bin kontrola komên muxalîf
    Etîketan:
    ketin, bihev, piştgirî, kom, Cerablûs, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de