11:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Kolberên kurd

    Artêşa Îranê, kolberekî kurd li bajarê Banê kuşt

    © Foto: Basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Artêşa Îranê, li sînorê bajarê Banê yê Rojhilate Kurdistanê bi sedema ku qaçaxiyê dike kolberekî kurd da ber guleyan.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Îranê, li sînorê bajarê Banê yê Rojhilate Kurdistanê bi sedema ku qaçaxiyê dike kolberekî kurd da ber guleyan. Li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilat, kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, li gundê Çoman ê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd bi navê Mehdî Rehîmzade (21 salî) ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin. Hat ragihandin ku piştî pasdaran gule berdane wî xortê kurd, birîndar bûye lê beriya ku bigihînin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest daye.

    Pasdarên Îranê bi hinceta qaçaxî û binpêkirina sînor, her sal gelek welatiyên kurd li ser sînor dikujin. Li gorî komeleyên mafê mirov, welatiyên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî û ji bo debara malê di nava sînorê Başûr û Rojhilat de kolberiyê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Îranê kolberekî Kurd kuşt
    Li Îranê çixare hat qedexekirin
    Li Îranê di navbera hêzen kurdan û pasdarên de şer: Birîndar hene!
    Li Sûriyeyê 12 pasdarên Îranê hatin kuştin
    Îranê herêma Kurdistanê da ber topan
    Etîketan:
    Kolberê bi nave MehdÎ Rehîmzade, Pasdarên Îranê, Artêşa Îranê kolberekî kurd kuşt, Mehdî Rehîmzade, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de