14:33 22 Îlon 2017
Zindî
    Baregeha Hmeymîma Lezqiyeyê

    Sûriye: "Operasyona Rûsyayê, bandor û cidiyeta Moskovayê îspat kir"

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku operasyona hêza hewayî ya Rûsyayê bandor û cidiyeta Moskova ya bi tekoşîna terorîzmê re îspat kir.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya ji bo salvegara Artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku êriş û operasyona hêza hewayî ya Rûsyayê bandor û cidiyeta Moskova ya bi tekoşîna terorîzmê re îspat kir.

    PIŞTGIRIYA LEŞKERÎ YA RÛSYAYÊ PÊŞÎ LI BELAVBÛNA TERORÎZMÊ GIRT

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya de got: "Piştgiriya leşkerî ya Rûsyayê di warê tekoşîna terorîzmê de bandora militanên cihadîst şikand û nehişt terorîzm li welatên din belav bibe. Bi saya xebatên Rûsyayê rêxistina terorîst a DAIŞê dawî li diziya petrola Sûriyeyê anî."

    EV PIŞTGIRIYA RÛSYAYÊ JI HELA DESTURA BINGEHÎN VE JÎ MEŞRU YE

    Di daxuyaniya wezaretê de hat zelalkirin ku operasyonên Hêza Feza û Hewayî yên Rûsyayê li ser daxwaza rêvebiriya Şamê hat kirin û ev rewş ji hela Destûra Bingehîn ve jî meşru û bi temamî li gorî hiqûqa navnetweyî ye.

    Bi heman mijarî:

    Daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyona li Sûriyeyê
    Pêşveçûna Artêşa Sûriyeyê ya li Helebê didom e
    Artêşa Tirk ji bo sînorê Sûriyeyê tank û wesayitên zirxî hatin şandin
    Artêşa Sûriyeyê Kampa Handerat a li Helebê bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê bersiv da îdiaya 'li Helebê li dijî sivîlan êrîş'
    Etîketan:
    Tekoşîna dijterorê ya Sûriyeyê, Hêza Feza û Hewayî ya Rûsyayê, Wezareta Derve ya Sûriyeyê, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de