04:24 24 Îlon 2017
Zindî
    afxanîstan-êriş

    Artêşa Afxanîstanê qereqola xwe bombebaran kir: 6 mirî

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 431 0 0

    Di encama bombebarana hewayî ya ku bi şaşî hate kirin de 5 leşker û polêsek jiyana xwe ji dest da.

    Faraf - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Afxanîstanê Dewlet Wezîrî, ragihand ku balafirek şer ya ayidî Hêzên Hewayî yên Afxanîstanê ji ber agahdariya xelet qereqolek li navçeya Bala Buluk ya bi ser Farahê bombebaran kiriye.

    Wezîrî destnîşan kir ku hedefa balafirên şer yên qereqolê bombebaran kir endamên Talîbanê bû. Di encama bombebaranê de 5 leşker û polêsekî jiyana xwe ji dest da.

    Nûnerê Waliyê Farahê Ferîd Ehmed Bextewar jî amaje kir ku êriş ji aliyê balafirên bêmirov yên ayidî Mîsyona Desteka bi Biryar yên di baneya NATOyê ve hatiye kirin û di encamê de 6 endamên ewlekariyê jiyana xwe ji  dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya ji bo Afxanîstanê hişyarî da cihanê
    Li Afxanîstanê êrişa bombeyî: Midûrê Ewlekariyê jiyana xwe ji dest da
    'Hin hêzên li Afxanîstanê, xizmeta dijminan dikin'
    Li Afxanîstanê êrişa bombeyî: 8 mirî 9 jî birîndar
    Etîketan:
    nato, qereqol, êriş, Dewlet wezîrî, Ferîd Ehmed Bextewar, afxanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de