08:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Bexdadî bangî milîtanên xwe kir: "Mûsilê wêran bikin"

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 520 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, Serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî ji milîtanên xwe xwest ku beriya derketina ji Mûsilê bajêr wêran bikin.

    Mûsil — Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî eşkere kir ku rewşa Mûsilê niha ne baş e û terorîstên DAIŞê ji Mûsilê berbi Sûriyeyê ve direvin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Seîd Memûzînî di axaftina xwe de got: "Her roj di nava Mûsilê de xelkê sivîl tên girtin û gulebarankirin. Di nexweşxaneyan de dermanên pêwîst peyda nabin. Her roj zarok ji ber nexweşiyan dimrin. Pêwîstiyên xwarinê jî êdî peyda nabin. Rê nadin ku xelk bireve. Îro 3 jê emir, 13 terorîstên DAIŞê reviyan Sûriyeyê. Ew kesênd reviyane ligel xwe berhemên dîrokî, zêr û pere jî birine."

    Keştiya frensî ya Charles de Gaulle li deryaya spî
    © AFP 2017/ Anne-Christine Poujoulat
    Memûzînî da zanîn ku niha 7 heta 10 hezar terorîstên DAIŞê di nava Mûsilê de ne, 135 jê terorîstên danîmarkî, 5 ên brîtanî, 115 kurdên başûr û 18 kurdên rojhilat di nav wan de ne. Ji neteweyên cuda jî hene lê piranî ereb in. Çeçenî û tirkmenên Teleferê di nava çekdaran de serdest in.

    Berpirsê PDKê ye Mûsilê di dirêjiya axaftina xwe de got: "DAIŞê gelek tunel çêkirine û li gelek deveran bombe danîne. Xwekujên wan jî amade ne her wiha Bexdadî ji wan re gotiye, heke hûn nekaribin Mûsilê biparêzin, bajêr wêran bikin."

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Ebubekir Bexdadî li Mûsilê hat kuştin
    Cîgirê Bexdadî El Adnanî bi operasyona Rûsyayê hat kuştin
    Amerîkayê di derbarê El Bexdadî de îtiraf kir
    Li Iraqê Cîgirê Ebubekir Bexdadî û 12 rêvebir hatin kuştin
    Êrîşa balafirgeha Stenbolê, bi pesendkirina Bexdadî hat kirin
    Etîketan:
    Dîrektîfa Bexdadî ji bo wêrankirina Mûsilê, PDK, Serokê rêxistina terorîs a DAIŞê, Seîd Memûzînî, Ebûbekir El Bexdadî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de