01:09 26 Îlon 2017
Zindî
    Mescîdî Eqsa

    Îsraîlê ji bo Roş Aşanayê Mescîdî Eqsa li filistîniyan qedexe kir

    © Foto: AA/ Muammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hêzên îsraîlî, ji bo Roş Aşanayê ku li gorî teqwîma Îbranî sersal e, 17 filistînî hetanî 15 rojan ji Mescîdî Eqsayê dûr xistin.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên îsraîlî, ji bo Roş Aşanayê ku li gorî teqwîma Îbranî sersal e, 17 filistînî hetanî 15 rojan ji Mescîdî Eqsayê dûr xistin û li Qudsê 18 filistînî binçav kirin. Serokê Komîteya Maklbatên Girtî yên Filistînê Emced Ebû Asab ragihand ku polês û îstîxbarata îsraîlê ji bo cejna Roş Aşanayê ku cihû bikaribin bi hêsanî derbasî Mescîdî Eqsayê bibin ketina 17 filistîniyan ji bo mescîdê qedexe kir.

    18 FILISTINÎ HATIN BINÇAVKIRIN

    Emced Ebû Asab di berdewamiya axaftina xwe de got: "Polês û hêzên îstîxbarata Îsraîlê ji şevê din ve li herêma nava Sûrê ya Qudsê ku wekî Bajarê Kevn tê zanîn 18 filistînî binçav kirin.

    Îsraîlê, ji bo cejna Roş Aşanayê ji roja yekşemê hetanî êvara sêşemê ji deriyê Şeriaya Rojava û ji deriyê Xezzayê ketina nav axa ÎsraÎlê asê kiribû. Di çarçoveya biryara qedexeyê de karkerên filistînî ku li Xezze û Şeriaya Rojava dixebitîn ketina wan nava bajarê Tel Avîvê hatibû astengkirin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Îran: Pêwistiya me bi moşekên menzîldirêj tune ye, ji ber ku armanca me Îsraîl e
    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
    Îsraîl li baregeha NATOyê ofîseke dewamî vekir
    Wezareta Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Îsraîl, êrişî Xezzeyê kir
    Etîketan:
    Hêzên Îsraîlê çûna Mescîdî Eqsa girt, Serokê Komîteya Maklbatên Girtî yên Filistînê, Emced Ebû Asab, Îsraîl, filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de