20:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Bernameya ByLockê

    Di telefona du wezîran de bernameya ByLock derket

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Bernameya ByLock ku endamên FETO/PDYê ji bo nivîsandina veşartî di nava xwe de binivîsin hatibû çêkirin, hat îdîakirin di nava kesên ku bi kar anîne de hinek siyasetmedar jî hene.

    Fethullah Gulen
    © REUTERS/ CHARLES MOSTOLLER
    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Veli Toprakê rojnameya Sozcuyê, hêzên ewlehî şîfreya bernameya ByLockê şikandin û agahiyên du wezîrên AKPeyî ku bername di telefona wan de barkirî bi dest xistin.

    Rojnameya Sozcuyê di nûçeya xwe de ragihand ku herdu wezîran bernameya ByLock barkirine tekefona xwe û ev agahî serast bûye û navê wan herdu wezîran jî ji terefê hezên ewlehî ve tê zanîn.

    DADGER LI XWE MIKUR HAT

    Di berdewamiya nûçeyê de hat îdîakirin ku yek ji birayê wezîran nêzî FETO/PDYê ye. Ev wezîr, ji salên destpêkê wezîfeyên aktîf û girîng pêk anîn. Wezîrê din ku bernameya Bylockê di telefona wî de hat tespîtkirin yek ji wan e ku di siyasetê de rastî hinek pirsgirêkan hat, lê piştî 2007an stêrka wî geş bû. Bi kesekî ku niha kurê wî ji doza FETO/PDYê re girtiye di heman ofîsê de xebitî. Dadgerekî ku di lêpirsîna FETO/PDYê bibû şahidlocke veşartî ji bo bernameya ByLockê li xwe mikur hatibû. Li gorî mikurhatina dadger bernameya ByLockê piştî operasyona 17 û 25ê Berfenbarê hatibû sazkirin. Endamên rêxistinê piştî sala 2014an di navbera xwe de ji bo nivîsandinên veşartî ev bername bi kar dianîn.

    Bi heman mijarî:

    ‘FETO Tirkiyeyê kiribû 7 paran'
    Serokê şaredariya bajarekî mezin ê AKPeyî ji doza FETO hat binçavkirin
    Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Etîketan:
    Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Bernameya ByLockê, Rojnameya Sozcuyê, Veli Toprak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de