09:56 21 Îlon 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Hevşaredarên navçeya Depê Ayik û Kocaman hatin girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Hat ragihandin ku Hevşaredarên navçeya Depa Elezîzê Cennet Ayik û Burhan Kocaman hatin girtin.

    Elezîz - Hevşaredarên navçeya Depê ya Elezîzê Cennet Ayik û Burhan Kocaman jî di nav de 13 kesên ku di 29ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî 11 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û Hevşaredar Cennet Ayik û Burhan Kocaman girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.

    GIRTINA HEVŞAREDARAN BÊHIQÛQÎ YE

    Piştî biryara girtinê gelê Elezîzê nêzî 12 saetan li pêşiya edliyeyê çalakî lidar xist û dirûşmeyên "Em rê nadin qeyûmê" berz kir. Piştî Hevşaredar hatin girtin, gel li pêşiyê şaredariya kom bûn û çalakî pêk anîn. Hevserokê DBPê yê Elezîzê Mehmet Nafiz Koç diyar kir ku li ser hincetên bê esil û bê bingeh hevşaredarên wan hatine girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka şaredariya Mehmûdiyê hat girtin
    Hevşaredara Seravê hate girtin
    Xebatkarên televîzyon û radyoyên ku hatin girtin civîn li dar xistin
    Hevserokê Şaredariya navçeya Hênê hat girtin
    Li Xinûsê 10 kes hatin girtin
    Etîketan:
    DBP, Hevşaredarên navçeya Depê ya Elezîzê hatin girtin, Mehmet Nafiz Koç, Burhan Kocaman, Cennet Ayik, Elezîz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de