08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge li gundekî Mûsilê, 29ê Gulanê 2016.

    Artêşa Tirkiyeyê kete rêya bajarê Mûsilê

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Li gorî îdîayan hêzekî nû ya leşkerên Artêşa Tirkiyê gihiştine herêma Başîqe ya bakûrê rojhilatê Mûsilê.

    Keştiya şer a Charles de Gaulleyê
    © AFP 2017/ Anne-Christine Poujoulat
    Navenda Nûçeyan — Hêzeke Artêşa Tirkiyê ev 2 sal û 6 meh in ku bi armanca perwerde û rahênana mîlîsên Heşda Nîştîmanî, li eniya Başîqe ya Mûsilê dimînin. Herî dawî di 4ê Kanûna 2015ê de hêzeke nû û çekên giran ji bo herêmê hatibû şandin. Hebûna leşkerên Tirkiyeyê li herêmê, di navbera Bexda û Enqerê de bibû sedema aloziyan. Hat îdîakirin ku hêzeke nû bi armanca piştgiriya leşkerên tirk, gihiştine Kampa Leşkerî ya Heşda Nîştîmanî.

    EM NAXWAZIN TEVLÎ OPERASYONÊ BIBIN

    Derbarê mijarê de Fermandarê Eniya Başîqayê Hemîd Efendî got, "Tu hêzeke nû ya Tirkiyeyê nehatiye herêma Başîqeyê. Em naxwazin leşkerên Tikriyê, PKK û her wiha hêzên derekî beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Jiber ku hebûna wan dê li pêşiya rizgarkirina Mûsilê bibe astengî."

    Hêjayê gotinê ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duhi di vekirina werzê nû ya parlamentoyê de gotibû, "Tu kes nikare li hêviyê be ku Tirkiye li derveyî operasyona Mûsilê bimîne."

    Bi heman mijarî:

    Fransa: Operasyona rizgar kirina Mûsilê nêze
    Berpirsê Mûsilê yê PDKê: Operasyona Mûsilê di meha cotmehê de destpê dike
    "Ti hêzên biyanî beşdarî operasyona Mûsilê nabin"
    Nûnerê Obama McGurk dîroka operasyona Mûsilê eşkere kir
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Etîketan:
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Fermandarê Eniya Başîqayê, Hemîd Efendî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de