04:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Mahmûd Abbas

    Mahmûd Abbas: "Ji bo aştiya bi Îsraîlê re em amade ne"

    © AFP 2017/ ABBAS MOMANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokê Dewleta Filistîne Mahmûd Abbas di axaftineke xwe de ragihand ku ew amade ne bi Îsraîlê re aştiyê saz bikin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Filistîne Mahmûd Abbas li Şeriaya Rojava di konferansa Xerîbiyên Beytullahîmê de got: "Di van serdemên dawî de bi Îsraîlê re me rêyên diyalog û mûzakereyan girtibû, lê me deriye aştiyê negirtiye. Em tim deste xwe dirêjî cîranê xwe dikin û em ji wan re dibêjin werin em aştiyê biaxivin û li ser vê axê em bi hev re bijîn. Heke hûn qebûl bikin dê hemû dewletên ereb we binase."

    EM JI DİYALOGÊ RE AMADE NE

    Mahmûd Abbas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi şertê axaftina çarteseriyekê, rawestandina înşaetên niiştecihan û sepandina peymanên navbera herdu aliyan ji diyalogê re em amade ne. Ji bo ku Filistîn jî di nava nexşeya cihanê de cihê xwe bigire em tekoşînê didin û em bûne endamen gelek sazî û dezgehên navneteweyî. Lê ji bo damezrandina dewleteke ku paytextê wê Qudsa Rojhilat be divê em gelek merhale derbas bikin."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: 'Warê Rojavayê Şerîayê ya Cihûyan aştiyê Filistîn û Îsraîlê asteng nake'
    Filistîn li benda Pûtîn e
    Rûsya: ‘Ji bo Îsraîl û Filistîn rûnên masê em dixebitin'
    Filistîn: 'Dema serxwebûna Kurdistanê hatiye'
    Vatîkanê bi fermî, Filistîn wekî dewlet nas kir
    Etîketan:
    Diyalogen aştiyê yên Filistînê bi Îsraîlê re, Serokê Dewleta Filistînê, Mahmûd Abbas, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de