02:09 21 Tebax 2017
Zindî
    Balyozê Sûriyeyê li Rûsyayê Riyad Hedad

    Sûriye: Îsraîlê alî El-Nusrayê û Amerîkayê jî ya DAIŞê kir

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1010

    Balyozê Sûriyeyê li Rûsyayê Riyad Hedad ragihand ku Îsraîl û Amerîkayê bi pêşengiya Amerîkayê bi balafiran piştgirî da komên terorîst.

    Navenda Nûçeyan —Hedad ji RIA Novostiyê re êrîşa li Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê pêk hat nirxand û wiha got: "Wiha diyar e ku nakokî di navbera birêveberiya Amerîkayê de hene. Xuya dibe ku li wê derê hinek kes hene ku agirbestê qebûl nakin û dixwazin rêkeftinê xera bikin. Lewma em dibêjin ku ev bûyer, êrîşeke mezin li ser axa Sûriyeyê ye. Belkî dixwaze li dijî DAIŞê şer bike lê ji bo vî tiştî, destûr ne ji hikûmeta Sûriyeyê û ne jî ji artêşa wê nexwestiye. Anku metodên wan bi hiqûqa navdewletî û serweriya dewletê re nakok in."

    Herwiha balyozê sûrî teqez kir ku wan bo êrîşî notayek ji NYyê re şandiye û wiha got: "Wan li artêşa me xist ku hêza sereke ye ya li dijî DAIŞê şer dike."

    "EM AMADE NE, BERSIVA ÊRÎŞAN BI HEMAN ŞÊWEYÎ BIDIN"

    Ji aliyê din ve, Hedad teqez kir ku êrîşên wek wê careke din pêk werin, Artêşa Sûriyeyê herdem amade ye ku bersivê bide û wiha pê de çû: "Artêşa me li dijî komên wek DAIŞ û El-Nusrayê ku Neteweyên Yekbûyî ew wek terorîst hesibandin şer dike. Pergala me ya hewayî û hêzên me yên hewayî bê kêmasî ne. Artêşa Sûriyeyê dê ji bo her bosteke axa xwe li dijî terorîstan şer bike".

    Herwiha balyozê sûrî bal kişand ser dema êrîşa li dijî Artêşa Sûriyeyê ya Dêra Zorê û êrîşên El-Nusra û DAIŞê.

    Hedad got ku êrîşa Dêra Zorê di heman dema êrîşa El-Nusrayê li ser Hedr û gundên din ên Dêra Zorê pêk hat û wiha got: "Êrîşên El-Nusrayê bi piştgiriya Îsraîlê û yê DAIŞê bi piştgiriya hêzên hewayî yên Amerîkayê pêk hatin."

     

    Bi heman mijarî:

    Gelo El-Nusra ji El-Qaîdeyê vediqete?
    El-Qaîde: El-Nusra dikare ji me cuda bibe
    ‘Riyad hewl dide ruyê El-Nusra û Ehrar El-Şam spî bike'
    El-Nusra bi tankan êrişî gundên Ezazê kir
    El-Nusra êrişî taxên Helebê kir
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, El-Nusra, DAIŞ, Amerîka, Rûsya, Dêra Zorê, Îsraîl, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de