02:30 17 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Serxwebûn mafê suriştî yê kurdan e

    © Foto: SHK
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2712

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro teqez kir ku serxwebûn mafê suriştî yê herêma Kurdistanê ye lê ev tişt dê piştî lihevkirina bi Bexdayê re pêk were.

    Irak Kürt Bölgesel Yönetimi Başkanı Mesud Barzani - Irak Başbakanı Haydar el İbadi
    © REUTERS/ Azad Lashkari/ Arşiv
    Bexda — Îro Serokê Herêma Kurisntanê Mesûd Barzanî bi Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm re civiya û piştî wê konferanseke çapemeniyê li dar xist.

    Barzanî di wê konferansê de got: "Di demeke nêz de, şandeyeke din a Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike. Me li hev kir ku bi ruhê biratiyê bixebitin ta ku hemû kêşeyan çareser bikin."

    Herwiha Barzanî derbarê operasyona Mûsilê de wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku Hêzên Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Iraqê gihiştine dîtineke hevbeş ji bo rizgarkirina Mûsilê."

    Barzanî derbarê serxwebûnê de wiha axivî: "Ev ne daxwaza cudabûnê ye lê daxwaza serxwebûnê ye û ew mafekî suriştî ye lê ev tişt dê pêk neyê heta ku lihevkirin bi Bexdayê re pêk were."

    Ji aliyê din ve, El-Hekîm teqez kir ku divê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bên çareserkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Biden serkeftin ji Barzanî re xwest
    Serokê Yekgirtûyê jî bi Barzanî re diçe Bexdayê
    Barzanî îro diçe Bexdayê
    Barzanî diçe Bexdayê
    Demîrtaş û Barzanî dîsa li hevdu civiya
    Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest
    Etîketan:
    Emar Hekîm, Mesûd Barzanî, Bexda, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de