22:18 17 Tebax 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: ‘Bila cihan alîkariya YPGê û pêşmergeyên Kurdistanê bike'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39411

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ragihand ku civaka navnetewî ji aliyê siyasî, diplomatîk, mirovî û leşkerî ve li Rojava û Herêma Kurdistanê divê alîkariya kurdan bike.

    Navenda Nûçeyan — Şandeya HDPê ku di bin serokatiya Selahattin Demirtaş de di gera xwe ya Ewropayê li bajarên Brûksel û Berlînê çend hevdîtinên diplomatîk pêk anît

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş piştî civîna xwe ya bi Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê û Serokê SPDê Sigmar Gabriel re birsên peyamnêra Rûdawê Ala Şalî bersivand.

    Herwiha Demirtaş eşkere kiriye ku di hevdîtinan de 2 mijarên wan ên sereke hene û got: ‘Rojeva me ya yekem, li Tirkiyê pirsgirêkên kurdan, demokrasî û mafên mirovan e. Em dixwazin ji hikûmeta Tirkiyê bibîr bînin ku namzedê endamitiya yekîtiya Ewroûpayê ye. Ya duyem jî em derbarê geşadanên li Rojava û Herêma Kurdistanê tînin ziman.'

    Em dibêjin li Rojava û Herêma Kurdistanê ji bo kurdan alîkariyên pêwîst di şerê li dijî DAIŞê de ji aliyê civaka navnetewî ve nayê kirin. Divê ji aliyê diplomatîk, siyasî, mirovî û leşkerî ve piştigriya kurdan were kirin. Kurd ji bo aramî û demokrasiya Rojhilara Navîn girîngin.

    Demîrtaş derstnîşan kir ku cihan alîkariya "Gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê ku bi lehengî şerê DAIŞê dikin" nake.

    Hevserokê HDPê derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê de jî axivî wiha ragihand: "Pêwîst e Almanya û Parlamentoya Ewropayê ji bo çareserkirina pirsa kurdan zextê li ser Tirkiyeyê bikin û xwedî însiyatîf bin. Bêaramiya li Tirkiye bandorê li Ewropayê jî dike. Ev yek wek pirsgirêka ewlehî û krîza penaberan derdikeve pêş. Eger pirsgirake kurdan were çareserkirin tevahiya pirsên li Tirkiyeyê çarserser dibin."

    Di şanda HDPê de Parlementerê Çewlîgê û Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Hişyar Ozsoy, Parlementera Edaneyê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê Mêrdînê Mithat Sancar cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bersiva wan nûçeyan da ku dibêjin ‘Demirtaş bi kurdî nizane'
    Demirtaş ji bo pêvajoya çareserî ji Barzanî alîkarî xwest
    Demirtaş: Serdana Kurdistanê, ji bo pêkanîna yekîtî û istiqrara nav kurdan e
    Demirtaş: Êşkence li Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê hat kirin
    Etîketan:
    pêvajo, pêşmerge, pirsgirek, çareserî, şande, alîkarî, PKK, HDP, Ala Şalî, Sigmar Gabriel, Mithat Sancar, Selahattin Demirtaş, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de