12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Huseyîn Şeyhulîslam

    Şêxulîslam: Operasyonên Rûsyayê hevsengên li herêmê serobino kirin

    © Foto: TWITTER/@BOYHERALD
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Huseyin Şêxulîslam ê Şêwrimendê Serokê Parlamentoya Îranê Alî Laricanî got operasyona Rûsyayê ya li Sûriyeyê li dijî terorê bi sekeftî û bi bandor e.

    Navenda Nûçeyan — Şêxulîslam ê ku berê salvegera yekemîn a operasyonên Rûsyayê ya li Sûriyeyê ji bo Sputnikê axivî û derbirî ku operasyonan li Sûriyeyê demeke nû da destpêkirin û hevsengên li herêmêm serobino kirin.

    Şêxulîslam got "em hemû dizanin ku teknolojjiya hewayî ya artêşa Sûriyeyê kevin bûye. Ji ber vê yeke derfeta artêşê tune bû ku operasyoneke wisa berfireh lidar bixista. Artêşa Rûsyayê bi piştgiriya xwe ya hewayî riya yekîneyên bejahî yên Sûriyeyê vekir."

    Şêxulîslam diyar kir ku li cihê ku Amerîka piştgiriya terorîstan dike operasyonên Rûsyayê biserketî ne û bibîr xist ku Washginton ji ber ku tirsiya ku wê serdestiya xwe ya hewayî wenda bike rabû herêma ji firînê re qedexe pêşniyar kir.

    Rayedarê Îranî got "ev înisiyatîfa Amerîkayê bi taybetî li hemberî Hêzên Hewa û Feza ya Rûsyayê û Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê qebûl kir
    Îran: Me bi hezaran belgenameyên leşkerî yên Amerîkayê bidest xistin
    Rûsya û Îran li Bûşehrê xîma reaktora duyemîn ya nukleerê avêtin
    Îran: Pûtîn, di qeyrana Sûriyeyê de helwesteke modern nîşan dide
    'Rûsaya û Îran amade ne ku bi Sûriyeyê re hevkariyê bikin'
    Etîketan:
    herêm, hevsengî, serobino, Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê, Hêzên Hewayî û Fezayê yên Rûsyayê, Artêşa Rûsyayê, Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Îranê, Huseyin Şexulîslam, Amerîka, Sûriye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de