14:45 23 Tebax 2017
Zindî
    ASAyê leşkerên DYAyê qewitand ku ji bo operasyona El Babê li Raiyê bûn

    Fermandarê ASAyê: DYAyê fuzeyên Gradê dane me

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Hate zanîn ku demeke berê DYAyê bi şertê ku li hemberî artêşa Sûriyê bikar bîne fuzeyên Gradê daye ASayê. Fermandarê Tumena Deryayî yê ASAyê ku DYA ew perwerde kirine got ku DYAyê li ser Tirkiyê fuzeyên Gradê û çekên giran dane wan.

    Hikmet Durgun

    Kilîs — Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên ASAyê hatine bidestxistin, DYA, Erebistana Siûdiyê û Qeterê li hemberî artêşa Sûriyê alîkariya çek û pareyan dane rêxistinên cîhadî. Çavkaniyên pêbawer jî ji Sputnikê re heman zanyarî piştrast kirin.
    El Nusrayê û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) di mehên borî de bi fuzeyên Gradê yên ku dikarin heta 45 kîlometreyan biçe ve êrîş biribûn ser bajarê Laziqiyê kû li herêma Çiyayê Kurmênc e. Di encama van êrîşan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.

    Fermandarê Fursan el-Hakê Fares el-Bayûş ji Reutersê re ragihand ku ji dewletên biyanî fuzeyên Gradê ên nû standine.

    Derbarê fuzeyên Gradê de fermandarekî Tumena Deryayî yê ASAyê ji Sputnikê re axivî. Fermandarê ASAyê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide wiha axivî: "Beriya niha bi demekê DYAyê ji ser Tirkiyê bi sedan fuzeyên Gradê ji me re şand. Koma me û Lîwaya Hemze ji hêla DYAyê ve tên piştgirîkirin. DYA piştgiriya çekan dide me. DYAyê bi şertê ku em li hemberî leşkerên Esad şer bikin fuzeyên Gradê da me. Ev fuze û çekên din her wext dide me. Em bi van fuzeyan li Çiyayê Kurmanc û li bakurê Helebê li hemberî leşkerin Esad şer dikin. Koma tenê li bakurê Lazkiye û yê Helebê heye. Em li bakurê Helebê li hemberî DAIŞê jî şer dikin. DYA ji bilî me jî fuzeyên Gradê û çekên giran dide komên bi ASAyê ve girêdayîne. Fuze ji ser Tirkiyê ji me re tên. Ji ber mijareke leşkerî ye ez nikarim ciyê wê bibêjim. Em bi van fuzeyan derbeyên giran li rejîma Esad dixin. Heke ku çekên giran nebin li Sûriyê şer nabe. Daxwaza me ji DYAyê û welatên dost ew e ku gelek fuzeyên balafira dixin ji me re bişînin."

    Bi heman mijarî:

    El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin
    El-Nusra: Amerîka çekan dide me
    Rûsya: El Nusra nave xwe biguherîne jî rêxistinek terorîste
    DYA: El Nusra navê xwe biguherîne jî terorîst e
    Gelo El-Nusra ji El-Qaîdeyê vediqete?
    El Nusra bangî şopînerên xwe kir: Elewîyan qir bikin
    Etîketan:
    fuzeyên grad, Tumena Deryayî yê ASAyê, Lîwaya Hemze, Fursan El-Hak, ASA, Sputnik, Reuters, El Nusra, DAIŞ, Fares El-Bayûş, Beşar Esad, Laziqiyê, Çiyayê Kurmênc, Qeter, Sûriye, Heleb, Tirkiye, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de