20:31 16 Tebax 2017
Zindî
    Xebatkarên Van TVyê

    Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hat ragihandin ku polîsan bi ser avahiyên Denge TV û Van TV yên ku bi biryarnameya di hukmê yasayê de hatin girtin de girtin.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku polîsan bi karmandên darayî re bi ser avahiya navend a Denge TVyê û avahiya Van TVyê de girtin û li avahiya herdu televîzyonana lêgerînê dikin. Karmandên darayî yên bi polîsan re amûrên teknîkî yên her du televîzyonan jî tomar dikin.

    Tê diyar kirin ku di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Yasayê (KHK) de dibe ku morê li deriyên wan televîsyonan bixin.

    Her wiha hat hîn bûn înterneta Van TVyê jî hatiye birin û weşana wê ya li ser înternetê hatiye asteng kirin.

    Bi heman mijarî:

    RTUKê televîzyonek û 2 radyo girtin
    RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
    RTUKê, weşana teqîna Enqereyê qedexe kir
    Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
    Etîketan:
    lêgerîn, televîzyon, karmandên darayî, serdegirtin, polîsan, Biryarnemeya di Hiqmê Qanûnê (KHK), Van TV, Denge TV, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de