02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa bajarê Helebê

    Li Helebê şer: 14 sivîlan jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS/ Abdalrhman Ismail
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 109 0 0

    Li Helebê di encama şerê di navbera hêzên rejîma Baas a Sûriyeyê û çekdarên opozisyona Sûriyeyê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

    Heleb - Li gorî agahiyên berdest taxa Rojhilat a Helebê ji aliyê balafirên rejîma Baas a Sûriyeyê ve hate bombebarankirin.
    Hate gotin ku hêên girêdayî rejîma Baas a îro di saetên sibehê de heta nîvro taxa El-Şêx Xidir, Biîdîn û Bistan El-Qesir topbaran kir. Di encama topbaranê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

    Herwiha çekdarên girêdayî opezîsyona Sûriyeyê jî bi moşekan êrişî ser taxên rojhilatê Helebê yên ku hêzên rejîmê lê dimînin kirin. Di encama vê êrişê de jî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Herwiha malên gel xisarên mezin dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşveçûna Artêşa Sûriyeyê ya li Helebê didom e
    Caferî: Hikûmeta Sûriyeyê dê dîsa tevahiya Helebê kontrol bike
    Artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Helebê amadehiya operasyoneke mezin dike
    Rûsya û Belarûsê 23 ton alîkarî şandin Helebê
    Etîketan:
    çekdarên girêdayî opozîsyona sûriyeyê, daiş, hêzên rejîma baas, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de