02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    leşkerên amerîkî

    ‘DAIŞ ji ber felsefeya desthilatdariya DYAyê derket holê'

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Derhêner û rojnamevan Jacques Charmelot yê ku derbarê Iraqê de belgefilm kişandiye û li welatên Efrîqa, Balkan û Rojhilata Navîn rojnamevanî kiriye ragihand ku DAIŞ di encama destwerdana DYAyê ya li Iraqê de derketiye holê.

    Çekên Kîmyawî
    © AFP 2017/ PHILIPP GUELLAND
    Navenda nûçeyan —  Charmelot derbarê rewşa dawî ya Rojhilata Navîn de hin nirxandin kir.
    Charmelot dibêje DAIŞa ku rewşa Rojhila Navîn bêhtir tevlihev dike di encama destwerdana DYA ya li Iraqê ya sala 2003an de derketiye holê. Charmelot destwerdana Iraqê wek ‘çavbirçîtî' şîrove kir.
    Charmelotê ku derhênerê belgefilmê ‘Iraq, Sextekarê Rastîn'  diyar dike ku  Washingontê tenê bo berjewendiyên xwe û bi hincetên dûrî rastiyan mudaxaleyî Iraqê kir.

    Charmelot got: ‘ Mudaxaleya Amerîkayê ya bo Iraqê bo amerîkiyan şaşiyek mezin bû û wan ji ber vê yekê zirarek mezin dîtin. Lê ev şer bo kesên ku di şerê Iraqê de bi qasî 5 trilyon dolar pere xerc kirin qet ne şaşî bû.'
    Derhênerê navdar bi vê hevoka xwe dixwaze bale bikşîne ser Neoconên ku piştî şerê sar veguherîn hêzên sereke yên Amerîkayê dike.
    Charmelot dibêje DYA bi destwerdana Iraqê digot qey wê hemû reqîbên xwe têk bibe û bi saya vê yekê jî bibin mezintirîn hêza cîhanê.  

    TEVGERÊN AMERÎKAYÊ ROJHIILATA NAVÎN  KIR WARÊ ÇEKAN

    Charmelot diyar dike ku Amerîkaya ku felsefeya desthilatdariya xwe şerê terorîzmê dike lê ev yek şerê li Rojhilata Navîn dirêj kir û Rojhilata Navîn kir warê çekan.

    Charmelot dibêje Amerîka welatên ku teknolojiya kimyewî bikar tîne wek dijmin dibîne û lewma jî şerê welatên Iraq û Îranê dike û wiha got: ‘Ji ber mudaxaleya DYA ya li Iraqê komên cîhadîst zêde bûn, xurt bûn. Navê wan koman îro DAIŞ e El Qaîde ye. Tiliya van koman di lîstika jeopolitik ya Rojilata Navîn de heye.'

    Bi heman mijarî:

    Artêşa azad û DAIŞ li ser sînor şer dikin
    'DAIŞ bi riya qaçaxçiyên Tirk lebat û zarokan difiroşe'
    Mark Toner: DAIŞ şeytan e, divê em wê têk bibin
    “DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”
    Dîrektorê FBIyê: "DAIŞ biqede jî wê metirsiya terorîzmê bidome"
    DAIŞ: ‘Bila Xweda pêşî fetha Stenbol û paşê jî ya Romayê bike nesîbê me'
    Etîketan:
    têkiliyên tarî, şerê siyasî, el qaîde, leşkerên amerîkî, daiş, Jacques Charmelot, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de