09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Lihevhatina Neteweyî ya Sûriyeyê Elî Heyder

    Wezîrê Sûriyeyî xala serfiraziya herî girîng a operasyona dijterorê ya Rûsyayê aşkere kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Wezîrê Lihevkirinê ya Netewî yê Sûriyê Ali Haydar, got ku serfiraziya herî girîng a operasyona dijterorê ya li Sûriyê ya Rûsyayê, durustkirina mayindeya dewleta Sûriyê ye.

    Şam — Ali Haydar ji Sputnikê re axivî û got: "Di nava yek sala ku yekîneyên rûs beşdarî operasyonê bûne de serfiraziya herî girîng a derketiye holê ew e ku bi nasmaneya wê, bi erka wê, bi rêvebiriya ku gel hilbijartiye re, mayindeya dewleta Sûriyê hatiye durustkirin."

    Haydar her wiha diyar kir ku Rûsyayê di avakirina aştiyê û gihandina alîkaryên mirovî yên ji bo herêm^ne Sûriyê de roleke gelekî mezin lîstiye û wiha berdewam kir: "Alîkariya mirovî ya ku Rûsyayê peyda kiriye, gihişte gelek herêmên weke Dêra Zorê, Lazkiyê, Hums û Kuneytrayê. Alîkariyan careke din nîşan dan ku Rûsya li aliyê gelê Sûriyê ye û li hemberî terorê têkoşînê dike."

    Li ser daxwaza Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad, Rûsya di 30ê Îlona 2015an de li vî welatî dest bi operasyona dijterorê kiribû. Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di 14ê Adara 2016an de ferman dabû ku hin yekîneyên rûs ên li Sûriyê paş ve biçin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Rûsya: Piştgiriya me ya ji bo Sûriyeyê dê dewam bike
    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Rûsya: Amerîka sekna xwe ya di derbarê Sûriyeyê de her tim diguherîne
    Rûsya: "Amerîka, soza xwe ya li Sûriyeyê bi cih nayîne"
    Rûsya: Mixalîfên li Sûriyeyê agirbestê ji bo bihêzbûnê bikar tînin
    Etîketan:
    Beşar Esad, Vladimir Putîn, Ali Haydar, Rûsya, Kuneytra, Hums, Lazkiyê, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de